'Ti şer nîne bi fedayîtiya Apoyî neyê qezenckirin'

Ji fermandarên gerîla Siyabend Dalaho da xuyakirin, ku kevneşopiya fedayî ya Zeynep Kinaci îro jî dewam dike û got, "Ti şer nîne bi fedayîtiya Apoyî neyê qezenckirin, ti dijmin nîne bi fedayîtiya Apoyî neyê têkbirin."

Ji fermandarên gerîla Siyabend Dalaho da xuyakirin, ku kevneşopiya fedayî ya Zeynep Kinaci îro jî dewam dike û got, "Ti şer nîne bi fedayîtiya Apoyî neyê qezenckirin, ti dijmin nîne bi fedayîtiya Apoyî neyê têkbirin."

Dalaho rola fedayîtiyê ya di nava partina civakî de, fedayîtiya PKK'ê û bandora çalakiya Zeynep Kinaci ji ajansa me re nirxand. Dalaho diyar kir, hêz û bingeha ruhê fedayîtiyê yê PKK'ê xwe dispêre rastiya Rêbertiyê.

'PKK'Ê XETA FEDAYÎTIYÊ LI NAVA GEL BI CIH KIR'

Dalaho da zanîn, di nava PKK a ku dîroka xwe bi zor û zehmetiyan derbas bû, hemû pêşketin bi fedayîtiyê pêk tê û destnîşan kir, fedayîtî yek ji pênaseyên bingehîn ên kadroyên PKK'ê ye. Dalaho ev nirxandin kir: "Lewma hemû pêkhateyên PKK'ê xwedî karaktereke fedayî ye. Ji Hakî Karer heta Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Egîd û heta roja îro, di hemû şehîdên me de ev fedayîtî serdest bûye. Hemû kar û pêşketinên kirine, li ser vê bingehê bûne malê partiyê. Dibe ku cara yekê ye tevgereke gel kariye fedayîtiyê gelemperî bike, li nava gel belav bike."

'FEDAYÎTÎ VEGUHERAND XETEKÊ; WATEYEKE NÛ DA JIYANÊ'

Fermandarê gerîla Sibaybend Dalaho got, "Çalakiya hevrê Zîlan, wateya daye vê çalakiyê û manîfestoya ji bo me şopdaran li dû xwe hiştiye, ji taybetmendî û pênaseya fedayîtiya PKK'ê wêdetir veguheriye xetekê. Xeta ku hevrê Zîlan derxistiye holê xeta jiyan û şer e, ku Rêber Apo weke navenda hemû nirxan dibîne û li dijî hemû êrîşan di her şert û mercî de divê Rêber Apo were parastin."

Dalaho destnîşan kir, ku Zîlan bi çalakiya xwe ev jiyan afirandiye, wateyeke nû daye jiyanê û diayr kir, çalakiyek têkçûnê nîne, çalakiyeke bi ser ketinê ye, çalakiya mirinê nîne, çalakiya bi destxistina azadiyê ye.

'ZÎLAN NÎŞANEYA VEKIRÎ YA ASTA JINÊN LI NAVA PKK'Ê GIHAŞTIYÊ YE'

Fermandar Dalaho ragihand, Zîlan bi vê çalakiya xwe ve têkoşîna azzadiyê ya jinê, ku ji destpêkê ve mijareke bingehîn a PKK'ê bû, derxistiye qonaxeke nû û got, "Bi taybetî gotina 'Xwedawenbûyîn' a Rêber Apo ji bo hevrê Zîlan bilêv kir, asta jinên li nava PKK'ê xwe gihandinê, raxistiye pêş çavan."

Dalaho da zanîn, herî zêde jinên li nava partiyê xwedî li manîfestoya azadiyê ya Zîlan derketine û got, "Vê yekê têkoşîna azadiyê ya jinê xurtir kiriye. Li ser vê bingehê xeta Zîlan nîşandana rêya azadiya jinê û serketinê ye."

'FEDAYÎTIYA APOYÎ HER SERKETÎ YE'

Ji fermandarên gerîla Siyabend Dalaho diyar kir, bi têkoşîna azadiyê ya zêdeyî 40 salan ve êdî deriyê serketinê vebûye û bal kişand ser êrîşên modernîteya kapîtalîst, hêzên mêtînger, komên noker û çete yên hewl didin hemû nirxên wan bi dest xistine, ji destê wan bigirin.

Dalaho da xuyakirin, ku ev pêvajo jî bûye xwedî karakterekî fedayî û got, "Arîn Mîrkan, Gelhat, Andok-Êrîş, Mehmet Tûnç, Zinar, Doga, Çiyager û Eylem bûne navên bicihanîna vî ruhê fedayî. Asta şerê gel ê şoreşger ê li Kurdistanê bi pratîkên fedayî yên festanî tijî bûye. Ev rê û rêbaza têkoşîna bi ruhê fedayî, roj bi roj xwe nûd ide û bi pêş ve diçe. Ruhê fedayî yê Apoyî veguheriye hêza esasî ya têkbirina dijmin, bi ser xistina têkoşîna demê ye. Hemû hêzên partiyê û gelê Kurd xwedî li vê derketine. Lewma rastiya Rêbertî û xeta Partiyê careke din bi xeta fedayî ber bi serketinê ve dimeşin. Ji ber ku ti şer nîne bi fedayîtiya Apoyî neyê qezenckirin, ti dijmin nîne bi fedayîtiya Apoyî neyê têkbirin."