Şerê li Suriyeyê dijwar dibe, Kurd dahatûya xwe ava dike

Şerê li Suriyeyê dijwar dibe, Kurd dahatûya xwe ava dike

Şerê li Suriyeyê diqewime bandoreke mezin li ser jiyanê dike. Gel di her alîyê jiyanê de de têk çûye û aliyê aborî jî têk çûye. Bi dehhezaran kargeh hatine girtin. Agir berdan karxaneyan. Dema hilberîn jî tune be karker jî ji kar tên avêtin. Îthalat û îxracat ketine asta herî jêr. Di vê krîza aborî de diserî de arvan û xurek nayê dîtin.

Gel dixwaze di demeke nêz de ev şer biqede. Tengasiya benzîn û mazotê dertê holê. Mazot û benzînê berê jî bûhayê wê 6 qat zêde bûye. Derketin û ketina Suriyeyê jî ji ber ku kêm e, esnafên deriyê sînor dukanên xwe digirin.

JI BAJARAN KOÇÎ GUNDAN DIKIN

Ji ber ku li bajaran şer heye fikara ewlehiyê ya bi mirovan re bi awayekî cidî zêde dibe. Gelek kes bê çek ji hundir dernakevin. Bûyerên xespê êdî bûne ji rêzê. Berê li welat ji gund koçî bajaran dikirin lê niha ji bajaran koçî gundan dikin. Ev jî ji berk u şer li navendan diqewime pêk tê.

Di rewşa heyî de sazûmaniya herî bi rêxistinkirî Kurd dahatûya xwe ava dikin. Li Rojavayê Kurdistanê û Heleba ku 600 hezar Kurd lê dijîn, meclisên gel ji bo ku jiyanê hêsantir bikin hewldaneke mezin didin.

LI KOBANIYÊ DEST DANÎN SER KARGENÊN NAN

Li Kobaniyê kurdan dest danibûn ser fabrîkaya nan a rejîma Esad. Ji wir nan derxistin û didan hemû gelê herêmê. Li Kobaniyê dest bi dersa Kurdî hatiye kirin. Etîketên Kurdî derketine û jiyan hemû bi Kurdî bi rê ve diçe.

Cara yekemîn ji aliyê Kurdan ve tabelayên Kurdî hatine danîn. Ligel tabelayên Erebî yên Kurdî hatine bicihkirin. Ev jî Kurdan gelek kêfxweş dike. Ev geşedan di 19’ê tîrmehê de bi destxistina bajarên Amûdê, Dêrka Hemko, Efrîn û Kobanê jî lezgîntir bû.

Li Şamê dîsa kesên herî zêde zilmê dibînin Kurd in. Li gundên Kurdan kolandina bîran hê jî qedexe ye. Gel bi perayan avê dikire. Ji serê bûyerên adara 2011’an şûnde bi hezaran Kurdên ku 40 sal bû ji welatîbûna Eraban bêpar hatibûn hiştin dîsa welatibûna wan hate dayîn lê hêj gelekan nasnameyên xwe negirtine. Kesekî hatibe binçavkirin yekser tên girtin. Agahiyê nadin malbatê jî. Di binçavan de jî her tim rastî îşkenceyê tê.

XWESERIYA DEMOKRATÎK

Kurd diyar kirin ku nûnerên xeta sêyemîn ya şerê welat in. Kurdên ku yekemîn mexdurên rejîma Baasê ne, ji muxalefeta Suriyeyê ya bi piştiriya Enqere û rojava bi rê ve diçe jî dûr dimîne. Konseya Netewî ya Sûriyeyê ku di bin zexta Enqereyê de ye, bersiveke erînî nade daxwazên gelê Kurd. Ji ber vê Kurdan jî din ava xwe de yekîneyên xwe ava kirin û niha di pozîsyoan herî bi hêz ya Suriyeyê ne. Li Rojavayê Kurdistanê di asta xweseriya demokratî de pêşeroj hate înşakirin û li taxên kurd yên Helebê Şêx Maqsud û Eşrefiyeyê meclisên gel û hêzên parastinê din ava hewldaneke mezin de ne.