Şaredariyên Gever û Sûrê protokola şaredariyên bira îmze kir.
Şaredariyên navçeya Gevera Colemêrgê û Sûra Amedê bi merasimekê protokola şaredariyên bira îmze kir. Merasim li parka Avaşînê hat lidar xistin. Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş û gelek welatî tevlî merasimê bûn. Şaredarê Geverê Bora di merasimê de axivî û keyfxweşiya xwe anî ziman. Demîrbaş jî got; "Girêdana di navbera Gevera ku bi berxwedan û vejînê hatiye nasîn û peytexta dilan Amedê bi vê peymanê hêj xurttir bûye."
Piştre şaredariya Sûrê 15 komputor diyarî parka çanda Avaşînê ya şaredariya Geverê kir.