Tevlîbûnên nava refên YBŞ’ê her diçe bi zêdetir didome

Piştî ciwanên Êzidî Şengal azad kirin, tevlîbûna nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) zêde bû.

27 ciwanên Êzidî piştî perwerdeya bingehîn a li Akademiya Derwêşê Evdî bi dawî kirin bi merasîmekê ve tevlî nava refên YBŞ’ê bûn.

Piştî ciwanên Êzidî Şengal azad kirin, tevlîbûna nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) zêde bû.

27 şervanên ji Dewreya Şehîd Berxwedan a girêdayî Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bûn, duh bi merasîmeke leşkerî ya li Şengalê tevlî nava refên YBŞ’ê bûn.

Endamê Fermandariya Akademiyên Derwêşê Evdî Çiya Şengal di merasîmê de axivî, tevahî şehîdên şoreş û têkoşînê bi bîr anî, got pêwîst e şervanên di dewereya li ser navê Fermandarê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan ê 23’ê Çileya 2014’an li Şengalê şehîd ketiye perwerde dîtine, li ser şopa Berxwedan bimeşin.

Şengal xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê û berxwedanê li derdor pêş ketiye silav kir, da xuyakirin ku êdî gelê Kurd hatiye asta bidawîkirina şoreşê.

Piştî axaftinê, ciwanên nû tevlî nava refên YBŞ’ê bûn, sond xwarin, di nava refên YBŞ’ê de cihê xwe girtin. Merasîm bi dirûşmeyên bi yek dengî yên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” ve bi dawî bû.