Tevî hemû astengiyan jî ciwan meşa xwe ya ji bo Ocalan didomînin

Ciwan, tevî hemû astengiyên dewleta ELman jî meşa xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Wûppertalê destpê kir, di roja çaremîn a dawî de ye. Meş wê îro ji Dusseldorf Platzdes Landtags dewam bike.

Di çarçoveya meşa bi şiyara "Xwedî derkeve" ya bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad hat destpêkirin de, ciwanên Kurd ên danê sibehê li bajarê Huckwagenê civiyan, heta bajarê Wîpperfurthê bi qasî 6 kîlometreyan meşiyan.

CIWAN LI ASTENGIYA POLÎSAN ALIQÎN

Ciwan li pêşiya bajarê Wîpperfurthê li astengiya polîsan aliqîn. Ciwanên xwestin di nava bajêr de bimeşin, bi lêdana pîspîskan astengiya polîsê Elman şermezar kirin û dirûşmên "Zext nikarin bi me" , "PKK gel e gel li vir e" qîriyan. Piştî protestoyê ciwan ji navenda bajêr heta Komeleya Kurdên Elewî ya li Oberbergîscherkreîsê meşiyan.

TOLHILDAN: JI DESTPÊKA MEŞÊ VE DEWLET ASTENGIYÊ DERDIXÎNE

Li dû meşê endama Komîteya Amadekar Roza Tolhildan peyivî û anî ziman ku ji destpêka meşê ve ji aliyekî ve hêzên faşîst, li aliyê din jî polîsên Elman pirsgirêkan derdixînin pêşiya wan. Tolhildan anî ziman ku ji aliyê organîzasyonê ve ti pirsgirêk nîne û diyar kir ku di roja destpêkê de bi qedexekirina muzîkê, di roja duyemîn de bi hewldana provokasyonê ya faşîstan re hewl hat dayîn pêşî li meşa wan bê girtin. Tolhildan da zanîn ku li hemberî hewldana provokasyonê polîsan tiştek nekirine, di ser re rê li vê koma faşîst vekirine.

Tolhildan ragihand ku di roja sêyemîn de jî otobusa ji bo çalakiyê hat kirêkirin, 10 deqe beriya gihaştina qada çalakiyê hatiye betalkirin û destnîşan kir ku ev polîtîkayên şerê taybet wê nikaribin bi ciwanan û berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê meşa xwe pêk bînin.

'EM DIXWAZIN OCALAN AZAD BIBE Û WÎ BI GELAN BIDIN NASKIRIN'

Tolhildan da xuyakirin ku bi qîrîna dirûşmeyan û belavkirina belavokan re ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gelan bidin naskirin û anî ziman ku armanca meşa wan azadiya Ocalan e. Tolhildan diyar kir ku li hemberî van polîtîkayên şer hejmara wan bi du qatan zêde bûne û xwest, ev hejmar zêdetir bibe.

Tolhildan da xuyakirin ku roja çaremîn a meşê wê îro li Dusseldorf Platzdes Landtagsê saet di 13:00 de destpê bike. Ciwan ji bo beşdarî meşa li vê derê bibin danê sibehê li Komeleya Elewiyan a Kurd civiyan.

...