Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got ku tevgera gerîlayan a li Şemizînanê di roja 10. de ye û jî artêşa dagirker a tirk li Şemzîanê nikare pêş de biçe. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiyên gerîlayan de yek jî bi sûîqest, bi giştî 16 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên gerîlayan ên lI Şemizînanê berdewam dikin û diyar kir ku di encama çalakiyên gerîlayan de 1 jê bi sûîqestê, bi giştî herî kêm 16 leşker hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayên YJA-Star li hemberî Qereqola Robarokê çalakiyek li dar xistin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 1'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya dixwest derbasî Qereqola Rûbarokê bibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî derbe xwariye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Ji gerîlayan çalakiya sûîqest: Leşkerek mirDi berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di heman saetê de çalakiyeke sûîqestî ji aliyê gerîlayan ve hatiye lidarxistin û ev agahî hat dayîn; “Di heman saetê de li Neqeba Nîrkolaya Jorîn a li quntarê wê yê li Masîro dinere ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke sûîkastê hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hate kuştin.”
15 leşker hatin kuştinDi daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayên HPG’ê di çalakiya li dijî yekîneyên leşkerî yên dixwestin Pira Gundê Navreza derbas bikin, çalakiyek li dar xistine û di encamê de herî kêm 15 leşker hatine kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 1'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li dijî leşkerên dijmin ên bi wesayitên zirxî ji pira Gundê Navreza derbas dibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama pevçûnên heta saet 19.30'an berdewam kirî de 15 leşkerên dijmin hate kuştin. Piştî çalakiya veguheriye pevçûnan ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, wesayitên zirxî, hewan û obusan bi dijwarî hate bombekirin.”
Ji gerîlayên YJA-Star çalakîNavenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayên jin ên YJA-STAR’ê li dijî qereqola Robaraokê çalakiyek li dar xistine û ev agahî da; “Di 1'ê Tebaxê de di saet 14.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya ber bi qereqola Rûbarokê ve diçe ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Nêzî 20 deqeyan herêm bi tankan hatiye bombekirin herweha di encama çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hate lidarxistin de di navbera Gundê Bêgirdê û Gundê Kerkîtê wesayitek derbe xwariye. Artêşa tirk a nekarî berxwedana gerîlayên me bişkîne naçar maye karwan paş de vekişe. Piştî çalakiyê jî li dijî herêmê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Herweha leşkerên dijmin ê li Gundê Kerkîtê rê kontrol dikirin vekişiyane qereqola Bêsosinê. “
Li dijî herêmê topbaranNavenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 1'ê Tebaxê de di saet 16.00'an de li dijî Paleyên Gundên Navreza û Robunusê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer, helîkopterên kobrasyan, hewan û obusan bi dijwarî hatiye bombekirin.”