TEV-ÇAND a Kobanê ji Newrozê re amade ye

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Bakî Xido ya Kobanê, amadekariyên xwe yên ji bo pîrozbahiay Newrozê bi lez û bez didomînin.

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Bakî Xido ya Kobanê, amadekariyên xwe yên ji bo pîrozbahiay Newrozê bi lez û bez didomînin.

Endamên TEV-ÇAND'ê wê dilên ciwan ên şoreşger ên YPS'yî yên li Bakurê Kurdistanê bi lehengî li ber xwe didin bi strana "Dengê tivingê YPS li Sûrê zêde tê" silav bikin.

Kurdên ku li her qadê li dijî zor û zehmetiyan têkoşîneke bêhempa dimeşînin, li qada çand û hunerê jî mora xwe datîne binê karên serketî. Endamên Navenad Çand û Hunerê ya Bakî Xido ya Kobanê, xwe amade dikin Newrozê pîroz bikin û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav bikin.

Kurdên Rojavayî yên bi salan di bin zexta rejîma Baas de bênasname jiyan dibêjin, agirê Newrozê yên dadidin, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re veguheriye agirê berxwedanê. Kobanêyî wê agirê Newrozê îsal li nîşaneya berxwedan û azadiyê li girê Miştenûrê dadin.

Rêveber û endamên TEV-ÇAND'ê dan xuyakirin ku ew dixwazin tevkariyeke mezintir li çand û hunera Kurdî bikin û anî ziman ku daxwaza wan ew e, navendeke nû ya karibe xebateke berfireh a çand û hunerê lê bimeşînin, bê vekirin.

Endam û rêveberên navendê dan zanîn, ku eger ji bo wan naveneke dû were avakirin weke TEV-ÇAND Kobanê ew ê hîn bêhtir bi pêş de biçin û ji bo çand û hunera Kurd ji nifşên nû re bê ragihandin wê bi berpirsyariyeke girîng rabin.

Şoreşa Rojava, tevî aliyê xwe yê civakî, siyasî û çandî, bi taybetî şoreşa jinê ye. Hem li qadê leşkerî û parastinê, hem jî li hemû saziyên ser bi rêveberiya xweseriya demokratîk, giraniya jinê balê dikişîne.

Jin bûne hêza diyarker a şoreşa Rojava. Di nava karên çand û hunerê de jî giraniya jinan balê dikişîne. Hema hema hemû endam jin in.

Em vê pirsê ji endam û rêveberên navendê pirsin, ew jî bersiva; 'Jinan di nava şoreşê de şoreş pêk anîne' didin.

PÎROZBAHIYA NEWROZA 2016'AN

Endamên TEV-ÇAND Kobanê, hem ji bo gelê Kobanê, hem jî ji bo mirovên li ber televîzyonê bala xwe li pîrozbahiya Newrozê ya li Kobanê ne, amadekariyên berfireh dikin.

Endamên TEV-ÇAND'ê bi provaya xwe ya dawî ya duh re amadekariyên xwe ji bo Newrozê qedandin. Û niha li benda kêliya destpêkirina pîrozbahiyê ne.

...