Terora AKP’ê: Li Dîlok û Êlihê 5 kes hatin girtin

Terora AKP’ê: Li Dîlok û Êlihê 5 kes hatin girtin

Li Dîlok û Êlihê ji 7 kesên ku hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin.

Li Dîlokê 2 roj berê di operasyonên di bin navê "KCK'ê" de li 4 bajarên cûda pêk hatin de li gel Serokê BDP'ya Şahinbeyê Şukru Toraman 6 kes hatin binçakirin. 6 kesên pirsiyariya wan li Midûriyeta Polîsan a Dîlokê bi dawî bû sewqi Edliyê hatin kirin. Ji 6 kesan Şukru Toraman û M.D. serbest hatin berdan û 4 kesên din jî sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê der barê 4 kesan de biryara girtinê da û şandin Girtîgehê.

Li Êlihê jî Rêveberê BDP'ê yê Êlihê Mahmut Abî piştî hate binçavkirin bi îdîaya cezayê wî yê 5 sal berê hatiye erêkirin hate girtin. Abî şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.