Dîmenên dema teqîna yek ji bombeyên artêşa Tirk ên ku dûmaneke zêde derdixin û li cihê ku lê diteqin bandorê li hemû zindiyên li derdora xwe dikin, ji aliyê kamereya gerîlayan ve hat kişandin.
Beriya niha jî gelek caran di çapemeniyê de belav bibiû ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayan bombeyên nenas bi kar aniye. Bi taybet ev mijar bi mînaka Geliyê Tiyarê demek dirêj di rojevê de cih girtibû. Ev bombeyên nayên nasîn ên artêşa Tirk ên ku ji aliyê raya giştî ya hindur û derve ve dihat mereqkirin.
Gelek taybetmendiyên van bombeyên li hemberî gerîlayan tên karanîn hene. Yek ji wana dumanek zêde ya rengîn derdixe û bandorê li zindiyên li derdora xwe dike. Kêliya teqîna yek van bombeyan ji aliyê gerîlayan ve hat kişandin.
Avêtina vê bombeyê dişibe avêtina topên hewanê. Artêşa Tirk yek ji vana avêt nêzî gundê Kiyê yê li qontara çiyayê Çarçelan ê Zagrosê. Yek ji fermandarên gerîlayan Rodî Palo diyar kir ku dengê van bombeyan ji topên hewanê kêmtir e. Berikek a hewanê bi dengek mezin diteqe, lê ev bombe dengek kêmtir derdixe. Piştî wê duman li derdorê belav dibe. Ev dumana bi rengên mîşn, spî û sor bandorê li zindiyên derdorê dikin. Gerîla Palo ragihand ku artêşa Tirk gelek caran van bombeyan diavêjin çoltar û bejahiyan.
HPG’ê beriya niha der barê van bombeyên artêş Tirk ên ku li Kurdistanê bi kar tîne, gelek caran daxuyanî dabû û bal kişandibû ser bandora van bombeyan.