‘Tendurisvanan derdixin, hêzên dewletê bicih dikin’

HDP’ê diyar kir ku di dorpêça dewletê ya li ser Kurdistanê de wezîfeya kedkarên tenduristiyê tê astengkirin û mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Partiyê têkîldarî mijarê wezîfedarkirina komîsyona lêkolînê xwest.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp xwest ku di “qedexeyên kolanan” ên didomin de mafên tenduristiyê yên gel ên tên astengkirin û pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê bê lêkolînkirin.

Yîgîtalp têkîldarî mijarê pêşnûmelêpirsîn da Meclîsê, wiha got: “Ji 16’ê Tebaxê ve li 20 navçeyên 7 bajarî ku bi dehan taxan digire nav xwe, qedexeyên 56 cara hatin îlankirin bi giştî gihiştiye 295 rojan. Bi qedexeyên kolanan ên bêyî spartekek hiqûqî tên îlankirin ve tevahî nirxên hiqûqî tên binpêkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp ji bo lêkolîna pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê, tespîtkirina binpêkirinên mafên wan daxwaz kir ku demildest di bin banê Meclîsê de komîsyonek lêkolînê bê avakirin.