Têkoşîna şoreşgerên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin hat silavkirin

KJAR'ê, şoreşgerên Kurd ên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin bibîr anî û banga mezinkirina têkoşîna azadiyê kir. Tevgera Azadî jî got, "Şehîdên 9'ê Gulanê mînakek ji têkoşîna azadiyê ya gelên Îranê ye" û hişyarî da Îranê.

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) bi boneya 6. salvgera şehadeta Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û azadîxwazê Îranî Mehdî Îslamiyan de daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ti caran sêdare û kuştinan nikarî vîna azadiya gelekî û fedayiyên wê bişikîne û hat gotin, "Berevajî, dijmin bi van pêkanînên dij-mirovî temenê xwe kurttir kiriye û helwest û nefretên raya giştî di nav welat û derveyî welat de li hember xwe zêdetir rakiriye. Ev kîn û nefreta ku her girtin, îşkence, kuştin û darvekirinek di dil, ruh û mejiyê gelê me de çandiye jî biryara azadiyê têde xurttir û têkoşîna wê bilindtir kiriye. Dewleta faşîst û qirker a Îranê ku weke 'dewletê sêdarê' hatiye naskirin bi îşkence û êrîşên herî hovane xwest nasnameya wan a Kurdbûn û vîna azadîxwaziya wan bişkîne, lê belê ya ku li hember xwe dît vînek ji pola û israra di azadî û berxwedanê de bû. Vîna ku di kesayeta Mezlum Dogan, Kemal Pîr û Sekîne Cansizan de ji girtîgeha Amedê rabû û deng veda cîhanê di kesayeta şehîdên 9’ê Gulanê de jî ji girtîgeha Evînê rabû. Ev rawestîn, dijminê qirker têk şikand û sêdare bêwate kir. Ji ber vê ye ku navê şehîdan îro li ser zimanê her mirovekî xwedî wîjdan û azadîxwaz bûye dirûşma serhildan û banga têkoşînê."

BI TAYBETMENDIYÊN XWE YÊN TÊKOŞKERÎ BAL KIŞAND

KJAR'ê ragihand, ku ew ê têkoşîna hevrêyên xwe xurtir bike û got, "Hevrê Şîrîn bi rawestîna li çiya û berxwedana nav destên faşîzmê bû mînaka rêbereke jin a dilsoz, bû felsefeya jiyan û têkoşîn ji bo tevahî jinan û bû rêya gihîştina azadiyê. Hevrê Şîrîn bi ruhê Şehîd Sekîne Cansiz di dil û mêjiyê dijmin de êrîşî wan kir û bi berxwedan û serînetewandina xwe dijmin li hember xwe anî ser çokan. Îro em jî di ronahiya rêbereke wiha de ber bi azadiyêve dimeşin.

Hevrê Ferzad bi helwesta xwe ya zelal û têgihîştî bixwe bû fêrgeha azadiyê û bi nameyên ku li pey xwe hêşt xwe gihand nav dilê hemû azadîxwazeke Kurdistan, Îran û cîhanê û bû hêvî ji bo hemû kesên ku hêviya têkoşînê winda kiribûn. Hevrê Ferhad tenê ne bavê sê zarokan ne, bavê hemû zarokên ku bi peyva 'azadiyê' tên mezinkirin bû. Sînorên malbatî têkşikand û bû dilek ku di sîngê her zarokek û her azadîxwazek de lê bide. Hevrê Elî mîna heval Şîrîn di hembêza çiyayên azad de perwerde dît û salên dirêj bi rawestîna xwe ya fedayiyane bû sembola fedayîtî û qehremaniyê ji bo her ciwaneke welatperwer û lêgerê azadiyê. Hevrê Mehdî jî di girtîgehê de, di bin zilim û îşkenceyên dijmin de tevgera Apo’yî nas kiribû û bi rihê xwe yê navnetewî û sosyalîstî bû sembola yekdengî û hevgirtina gelan."

KJAR'ê bang li gel û jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir, ku xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin.

ÎRAN HAT HIŞYARKIRIN

Tevgera Azadî jî di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got, "Îran her tim di bin navê şerîet û ola Îslamê de desthilatdariya xwe li ser gelan ferz dike. Hemû hewldanên ji bo azadî û demokrasiyê di bin navê dijberiya bi xwedê re asteng dike. Kesên azadîxwaz wek tewanbar dibîne, davêje zindanan û bi darve dike. Li hember vê yekê têkoşîna gelan zêdetir bûye. Yek ji wan mînakan jî şehîdên 9’ê Gulanê ne ku mînaka têkoşînê ji bo azadiya hemû gelên Îranê ne.

Eger Îran guh nede dengê azadîxwaz ê gelan wê wek Sûriye, Iraq û Tirkiyê lê were. Rêyên aştiyane û bi hev re jiyîna gelan dikare dawî li pirsgirêkan bîne. Girtin û sêdaredan ne rêya çareseriyan e."