Tekîner: Gelê Farqînê li dijî êrîşan daket kolanan

Li navçeya Amed Farqînê, li dijî terora dewletê ya bi qedexeya derketina derve re destpê kir, berxwedana gel dewam dike.

Wekîla Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner da xuyakirin, ku berxwedana gel a li hemberî êrîşan bi rojane dewam dike û got, "Sê tax niha bi êrîşê re rû bi rû ne."

Li navçeya Amed Farqînê, li dijî terora dewletê ya bi qedexeya derketina derve re destpê kir, berxwedana gel dewam dike.

Li taxên Konak, Mescît û Tekel ên navçeyê, pêkanînên rewşa awarte yên di bin navê "qedexeya derketina derve" de tên meşandin, di roja duyemîn de ne.

Polîsên tîmên taybet bi gelek wesayîtên zirxî guleyan li taxan direşînin. Gel jî li hemberî êrîşa polîsan xwe diparêze. Êrîş bi giranî ji kolanên Azîzoglû û Eskît Bîtlîs derbasî rêyên ber bi taxên Tekel û Mescîtê ve bûne.

Wekîla Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner da xuyakirin ku polîs hewl didin bi wesayîtên zirxî bikevin nava 3 taxan, lê gel destûrê nade.

Tekîner rewşa li navçeyê heta saet 14:40 bi vî rengî vegot: "Saet di 07:00 de êrîşan destpê kirin. Bênavber heta vê saetê dewam kir. Destûr ji me re nayê dayîn ku em xwe bigihînin taxên pevçûn lê diqewime. Ji van taxan dûxan bilind dibe û dengê çekan tê. Li dijî polîsên ku dixwazin bi wesayîtên zirxî bikevin nava taxan, gel li ber xwe dide. Li kolanan çalakiya 'derxistina deng' lidar dixe. Agahî tê ku windahî û birîndar hene. Lê belê ji ber ku di vî warî de agahiyeke zelal nîne, em hejmar nadin. Bi rojane ev tên serê me. Bi rojane li hemberî gel hêzeke bê kontrol tê bikaranîn, zext û êrîş tên kirin."