Li navçeya Lîceya Amedê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Rêxistina BDP'a Lîceyê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyona li Wanê pêk hatî şermezar bike meşeke girseyî lidar xistin.
Welatiyên ku li ber avahiya BDP'ya navçeyê li hev civiyan ji navenda sûkê, cadeya Amedê û cadeya halê re derbas bû û dîsa hat ber avahiya BDP'ê. Şaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu û xebatkar û endamên şaredariyên Lîce, Hênê û Karazê û rêvebirên BDP'a Lîce, Hênê û Karazê jî di nav de gelek kes tevlî meşê bûn. Piştî meşê Serokê BDP'a Lîceyê Harun Erkuş daxuyanîd a û got; "Mûxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 12 Sal in li girava Îmraliyê hemû zagonên navneteweyî hatin binpêkirin û Ocalan xistin bin tecrîdeke giran de. Lewma AKP sûcê mirovahiyê dike, divê demildest operasyonên qirkirina siyasî bên bidawî kirin û guh bidin dengê li Îmraliyê."