Taxên berxwedanê yên Nisêbînê tên bomberdûmankirin

Li Nisêbînê taxên berxwedanê ji aliyê wesayîtên zirxî yên ku li derdora nexweşxaneya kevin hatine bicihkirin ve bi dijwarî tên bombekirin.

Li Nisêbînê taxên berxwedanê ji aliyê wesayîtên zirxî yên ku li derdora nexweşxaneya kevin hatine bicihkirin ve bi dijwarî tên bombekirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên qirkirinê, berxwedana xwerêveberiyê didome. Şerên ku ji danê sibehê ve li Taxa Yenî destpê kir, li Taxa Abdûlkadîrpaşa jî belav bû. Wesayîtên zîrxî yên ku li derdora nexweşxaneya kevin hatine bicihkirin bi topan ve taxan bomberdûman dikin. Li ser bersivdayina hêzên YPS û YPS-JIN’ê şer li Kolanên Kanarya û Kordonê dijwar bûn.

Li aliyê din tevgera wesayîtên zirxî yên li ser sînorê Nisêbîn- Qamişloyê dewam dikin.