Taxa Nûr a Cizîrê tê topbarankirin

Li Cizîrê Taxa Nûr ku parlamenterên HDP'î û rojnamevan jî lê ne ji 3'yemîn Tabura Tankan tê topbarankirin. Di encama topbaranê de 3 malên top lêketin şewitîn.

Li Cizîrê Taxa Nûr ku parlamenterên HDP'î û rojnamevan jî lê ne ji 3'yemîn Tabura Tankan tê topbarankirin. Di encama topbaranê de 3 malên top lêketin şewitîn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve derketina kolanan hate qedexekirin êrîş û pevçûn didomin. Yek ji taxên ku ji aliyê polîs û leşkeran ve tê topbarankirin Taxa Nûr e û ji 3'yemîn Tabura Tankan tax tê topbarankirin.

Hat diyarkirin ku 3 malên ku top lê ketin şewîtine, li malan kes hebû yan na nehat zanîn. Yek ji topa ku ji taburê hate avêtin li ber cihê ku rojnamevan û parlamenter lê bûn ket.