Serokê Yekîtiya Nîştmanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî îro li Silêmaniyê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutraşev kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistan û Iraqê hate nîqaşkirin. Her wiha tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga avaker di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiya li Rojhilata Navîn kirin.
Derbarê hilbijartinan de, civînê tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên zelal, dadperwer kir ku parastina mafên hemûyan garantî bike û bibe sedema vejîna bêhtir ya welat.
Ji aliyekî din ve, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate nîqaşkirin û Bafil Talabanî tekezî li ser parastina mafên hemû netewe û civakan, bi taybetî yên Kurdan wekî neteweyek mezin kir. Talebanî di vê derbarê de got; “Divê rêz li taybetmendiya Rojavayê Kurdistanê were girtin û mafên gelê me di çarçoveya destûrek nû de werin parastin.”