Şûnwarên dîrokî yên li Sûrê hedefa êrîşan e

Li Sûrê, qedexeya derketina derve di roja 6. de ye. Li 9 taxên 6 rojan derketina derve lê hat qedexekirin, xanî, kargeh û şûnwarên dîrokî bûn hedefa êrîşa hêzên dewleta Tirk.

Li Sûrê, qedexeya derketina derve di roja 6. de ye. Li 9 taxên 6 rojan derketina derve lê hat qedexekirin, xanî, kargeh û şûnwarên dîrokî bûn hedefa êrîşa hêzên dewleta Tirk.

Mala dengbêjan a dîrokî, Mizgefta Tacettîn, kargeh, xanî û gelek cihên din ên li 9 taxên Sûrê di nava 6 rojên hatin dorpêçkirin û qedexekirin de bûn ku nema karibin werin bikaranîn. Tevî topbaranê û çekên giran gel malên xwe neterikand û got, "Beriya ku hêzên dewletê vê derê dagir bikin, li taxa me aramî hebû. Ji vê derê ancax cenazeyê me derkeve."

Salih Tumurtaş got, "Ez li nava Sûrê dijîm, berî ku hêzên dewletê vê derê dagir bike, ev der taxeke aram bû. Ez rojekê ji mala xwe derketim, hema yekser deriyê mala min şikandine." Tumurtaş destnîşan kir, ku kî tê bila bê, ew ji vir dernakeve û got, "Ancax cenazeyên min derxînin. Ji xwe dema ez ji taxa xwe derkevim, ez ê bimirim."

Tumurtaş anî ziman, temamiya zilma li Rojhilata Navîn li gelê Kurd tê kirin û got, "Ez Kurd im. Weke Kurd ji dayik bûm. Gelo ji ber ku Kurd im divê bimirim? Em dixwazin mîna mirovan bijîn. Em li vir in, li mala xwe ne û naçin ti cihî. Di rewşa heyî de ji xwe cihê herî ewle taxa me ye."

'DEWLETEKE BI MEHAN CENAZEYAN LI NAVERASTÊ DIHÊLE, EW DEWLET FAŞÎST E'

Şerîf Orhan anî ziman, cenaze ji naverastê nikariye bên rakirin û got, "Dewleteke vê dike, ew dewlet faşîst e. Ev 2 meh in em nikarin bi hêsanî derkevin derve. Psîkolojiya zarokên me xera bû ji ber dengê top û çekan. Dikana min li Sûrê ye, ev 2 meh in girtî ye. Ketim rewşeke welê ku nikarim zarokên xwe, mala xwe xwedî bikim. Ji ber ku tevahiya karê bajêr li nava Sûrê ye, esnaf têk çûye."

Orhan da zanîn, ku desthilatdariya AKP'ê bi vî rengî ber bi şerekî navxweyî ve diçe û got, "Li ser gelê Kurd qirkirinek heye. Gerandina panzeran li nava Cizîr, Silopiya û Sûrê, qetilkirina zarokan, qirkirin e. Dewleteke ku bi mehan cenazeyan li naverastê dihêle, ew dewlet faşîst e."

...