Sûcdarê şer Salîh Zekî Çolak çû Amedê
Li Sûra Amedê dorpêç dewam dike, Fermandarê Tirk ê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Salîh Zekî Çolak çû bajar.
Li Sûra Amedê dorpêç dewam dike, Fermandarê Tirk ê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Salîh Zekî Çolak çû bajar.
Dorpêça navçeya Sûr a Amedê di roja 71. de dewam dike, Fermandarê Tirk ê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Salîh Zekî Çolak çû bajar. Fermandarê Artêşê 2. Orgeneral Adem Hûdûtî, Fermandarê 7. Kolordû û Garnîzonê Korgeneral Îbrahîm Yilmaz û Serokê Daîreya Tevgera Fermandariya Hêzên Bejahî Tumgeneral Mehmet Okkan bi Çolak re çûn Amedê. Fermandarên Tirk li Walîtiyê bi Walîyê Amedê Huseyîn Aksoy re civiyan.
Salîh Zekî Çolak, salên 1990’an li Kurdistanê wezîfe girtibû û îmze avêtibû gelek pêkanînên derveyî mirovahiyê. Çolak 1999’an fermandariya operasyoneke ku li Cûdiyê li hember gerîlayan madeyên kîmyewî hatibû bikaranîn kiribû. Operasyona navborî ji aliyê Fermandarê berê yê Giştî Nejdet Ozel hatibû kontrolkirin.