Sofî: Em amade ne li her derê Kurdan biparêzin

Sofî: Em amade ne li her derê Kurdan biparêzin

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Sofî Nûredîn îdîayên ku dibêjin ‘li Rojavayê Kurdistan gerîlayên HPG’ê hene” derewand. Sofî diyar kir ku ger sibê artêşa Esad êrîşê Kurdan bike ew amade ne Kurdan biparêzin û got; “Li kîjan devera Kurdistanê zext li Kurdan bê kirin, Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava ferq nake, gerîla amade ne Kurdan biparêzin”

Feramdarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî ji televîzona NRT ya li Başûrê Kurdistanê re axivî û bal kişand ser bûyer û geşedanên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê û destnîşan kir ku pêşketinên li Rojhilatê Navîn ber bi ji nû ve dîzaynkirina herêmê ve diçe. Sofî bal kişand ser peymanên di sedsala 20’an de li hemberî Kurdan ên weke Skyes-Pickot û Lozanê hatin morkirin, şerê Cîhanê yê Duwemîn û bi bîr xist ku Kurdan nekarî din van deman de statuyek bi dest bixin.

AKP, NAXWAZE KURD STATU BI DEST BIXIN

Sofî diyar kir ku vê demê de gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dixwazin statuyeke siyasî bi dest bixin û ji bo vê yekê, li ber xwe didin û bedel didin. Sofî destnîşna kir ku bi taybet jî hikûmeta AKP’ê dixwaze bi qirkirinê pêşî li bidestxistina statuyeke siyasî ya ji aliyê gelê Kurd ve bigire. Sofî got; “Hikûmeta AKP’ê vê siyasetê ne tenê li Bakûrê Kurdistanê, li Başûr , Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li hemberî Kurdan dimeşîne û hewl dide Kurdan asteng bike.”

AMED BÊ HEWLÊR, MEHABAD BÊ QAMIŞLO NABE

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî diyar kir ku hebûna PKK’ê li ser sînorên Başûrê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê garantiya parasitnê ye. Sofî got:"Li gelek cihên sînorê Başûrê Kurdistanê hêzên HPG’ê hene. Lê tu carî ji bo gelê Bakûrê Kurdistanê nebûye sedema xeteriyekê. Em destkeftiyên Başûrê Kurdistanê, weke destkeftiyên xwe dibînin. Em dizanin ku Amed bê Hewlêr, Qamişlo bê Mehabad nabe” û wiha domand; “Tenê armacek sereke ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê heye, ew jî Mûsil û Kerkuk in. Dewleta Tirk ji sala 1923’yê ku vir heta îro jî qebûl nekiriye ku her du bajar ji xaka wê hatine veqetandin. Gelek caran rayedarên Tirk dagirkirina bajarên Musil û Kerkukê, her wiha hemû Başûrê Kurdistanê weke neçarî bi nav kirine. Bi dehan caran rayedarên Tirk gotine ku ger Kurd ne li Tirkiyeyê, li Efrîkayê jî bin, tişta ji me bê em ê zextê li wan bikin.”

HPG, LI HEMBERÎ QIRKIRINÊ LI BER XWE DIDE

Sofî bal kişand ser siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan û got ku dewleta Tirk niha jî di polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî, siyasî, operasyonên leşkerî de berdewam dike û ji bo vê yekê jî mînaka Roboskê da. Sofî destnîşan kir ku dewleta Tirk li hemberî erdnîgariya Kurdistanê jî dest bi qirkirinê kiriye û bal kişand ser çêkirina bedanvan û şewitandina daristanan. Sofî diyar kir ku HPG li hemberî van hemû êrîşan li ber xwe didin.

Sofî bal kişand ku tevlîbûna refên gerîlayan pir zêde bûye û diyar kir ku di mehên dawî yên sala 2011 de 1600 kes tevlî nava refên gerîlayan bûne û diyar kir ku guhertinên li herêmê û bi taybet zextên dewleta Tirk dihêlin ku tevlîbûna nava refên gerîlayan zêdetir bibin.

PKK ALÎKARÎ JI WELATÊN HERÊMÊ NEGIRTIYE

Sofî bersiv da pirsa “PKK çawan çekan bi dest dixe?” û got; “PKK ji tu welatên herêmê çek wernegirtiye. Yên ku bawer nekin bila kerem bikin lêkolîn bikin.” Sofî diyar kir ku tevgera wan bi hevkariya gelê Kurd û welatparêzên Kurd xwe bi rê ve dibe û got; “Ji ber wê jî li Rojhilata Navîn tu hêz û dewlet nikarin bêjin wana çek dane PKK’ê û nikarin vê yekê piştrast jî bikin. Ji ber ku PKK bi hevkariya gelê xwe û welatê xwe têdikoşe.”

Sofi der barê pirsa li ser sînoran de û bi bîr xist ku ew tevgerek a gerîlayan in, ji ber wê jî gerîla sînoran nas nakin. Sofî got, “Ev sînorên li ser xaka Kurdistanê, bê îradeya Kurdan hatine danîn, ji bo me sînorên şeklî ne.” Sofî bersiv da pirsa der barê daxuyaniya Şaredarê qezaya Celewle Enwer Hisên bang li PKK’ê kiribû û gotibû; “Hêzên Pêşmerge yên nêzîkî Celewle nikarin hevwelatiyên Kurd biparêzin” û bang li “gerîlayên PKK kiribû ku hevwelatiyên kurd li Celewle ji destê grubên çekdar biparêzin” û diyar kir ku ew amade ne li her derê Kurdan biparêzin.

HÊZÊN HPG’Ê LI ROJAVA TUNE NE

Sofî bal kişand ser îdîayên ku dibêjin gerîlayên PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê cih bûne û diyar kir ku evane îdîa hemû ji aliyê dijmin PKK’ê û Kurdan ve tê kirin û got ku hêzên wan ên çekdar li wir tune ne. Sofî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van îdîayan ziyanê bide têkoşîna Kurdan li Rojava û got; “HPG hêza parastina gelê Kurdistanê ye. Li kîjan devera Kurdistanê zext li Kurdan bê kirin, Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava ferq nake, gerîla amade ne Kurdan biparêzin."

LI ROJAVA HÊZA XWEPARASTINÊ HEYE

Sofî diyar kir ku li gorî ew jî dişopînin, li Rojavayê Kurdistanê hêzên xweparastinê yên gel hene û got ku tu peywendiya wan bi HPG’ê re tune ye. Sofî got; “Mafê xweparastinê mafeke rewa yê gerdûnî ye û ev maf di hiqûqa navneteweyî de jî hatiye qebûlkirin. Ji bo vê yekê peymanên navneteweyî hatine morkirin. Niha jî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hêza xwe ya xweparastin di vê çarçoveyê de ava kiriye."

LI ROJAVA ÊRÎŞ LI SER KURDAN PÊK BÊN, EM Ê KURDAN BIPARÊZIN

Sofî diyar kir ku ger sibê hêzên artêşa Esad êrîşê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike, HPG amade ye gelê Kurd li Rojavayê Kurditanê biparêze û diyar kir ku ew amade ne ku li her deverên Kurdistanê gelê Kurd li hemberî hemû êrîşan biparêzin.

MÎT Û MUXABERAT DER BARÊ PKK’Ê DE AGAHÎ PARVE DIKIN

Sofî bal kişand ser îdîayên der barê têkiliyên PKK û Sûriyeyê de û got; “Rejîm Beşar Esad ji mêj ve li gel Tirkiyeyê peymana Edeneyê mor kiriye. Li gorî vê peymanê her meh carekê MÎT (rêxistina sîxûrî ya Tirk) û Muxaberat (rêxistina sîxûrî ya Sûriye) dicivin û der barê PKK’ê de agahî bi hev re parve dikin. Sûriyeyê heta niha bi dehan endamên me teslîmê Tirkiyeyê kiriye. Di bihara borî de jî Sûriyeyê li ser sînor du hevalên me şehîd kiriye."

Sofî bi bîr xist ku ji destpêka salên 1980’yan ve gelê Rojavayê Kurdistanê piştgirî dide PKK’ê û bi hezaran ciwanên Rojavayê Kurdistanê telvî nava refên gerîlayan bûne û got; “Ez bi xwe jî yek ji wan im.” Sofi diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demek dirêj li nava gelê Rojavayê Kurdistanê maye û destnîşna kir ku ji ber wê jî semaptiyeke xurt a gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo PKK û Ocalan heye.