Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şirnak: Divê gelê Kurd li benda kesî nemîne û parastina xwe, aboriya xwe, bajarên xwe ji nû ve ava bike. Li dijî polîtîkayên koçberî û sirgûnkirinê divê biryardariya jiyana li ser xaka xwe xurt be.
RÛHAL NÛRÎ
BEHDÎNAN
în, 8 tîrmehê 2016, 07:04
Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şirnak: Divê gelê Kurd li benda kesî nemîne û parastina xwe, aboriya xwe, bajarên xwe ji nû ve ava bike. Li dijî polîtîkayên koçberî û sirgûnkirinê divê biryardariya jiyana li ser xaka xwe xurt be.
Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Evîn Şirnak ji ANF'ê re axivî û ji bo avakirina Bakurê Kurdistanê bang li civakê kir.
'ŞEWITANDINA MIROVAN LI GORÎ WAN QEHREMANÎ YE'
Şirnak diyar kir, Erdogan rijandina xwînê, êşandina mirovan, şewitandina mirovan bi saxî li jêrzemînan weke 'qehremaniyê' dibîne û got, "Li pêşberî me rastiyeke Tirkiyeyê heye, ku li şûna gotinên aştî û edaletê, gotina şîdetê pîroz tê dîtin. Gelo ev xwîna tê rijandin wê têra 'xwedayê xwînê' Erdogan bike? Tê gotin, di dema Pagan de her kabîleyek xwedî xwedayekî ye. Her kabîle li ser navê xwedayê xwe şer dike û îşkenceyê li hezaran mirovî dike. Bi destnîşankirina vê rastiyê re, xwedayê Erdogan û AKP'ê ku xwe weke nîjadekî serdest dibîne, xwedayên cuda ne. Û ola wan jî ola ji rê derketî ye. Naxwe nîjadperestî û tekperestiyê di vê astê de rewa nedikirin. Eger rastî ne ev bûya, wê demê wê gotina 'yên rojiyê nagirin heywan in' ku heqaretê li bawermendên cuda dike, weke mafekî bihata dîtin?"
Şirnak da xuyakirin, dewleta Erdogan bi pêkanînên xwe yên nîjadperestî, tekperestî û faşîzan ên hebûna madî û manewî ya civaka Kurd înkar dikin, ji bilî komkujiyê ti mafî nade Kurdan, derbeke giran li demokrasî û mafên mirovan xistine û ev nirxandin kir:
"Demokrasî di pêşveçûna dîroka şaristaniya giştî de bûye qonaxeke girîng. Demokratî tê wateya hevgirtina civatan. Bi komkujî, sirgûn, qedexe, girtin, zext, hilweşandin, kîn û nefretê ve hebûna Kurdan nikare bê qedandin. Pirsgirêk nikare bê çareserkirin. Berevajî, pirsgirêk tê kûrkirin... Di roja îro de pirsgirêka Kurd bi hiqûqa demokratîk, destûra bingehîn a demokratîk, rêbaz û zîhniyeteke demokratîk dikare bi hêsanî were çareserkirin. Lê li şûan vê yekê teslîmiyet û şîdeteke bêsînor hat ferzkirin. Lewma kêr gihaştiye hestî û êdî rewşeke jêneveger rû daye.
Dema mirov li desthilatdariya Erdogan, AKP'ê dinêrin, demokrasî, hiqûq û ola Îslamê ji bo parastina dewletê weke kincekî ji pola tên bikaranîn. Ji aliyê giştî ve civaka Kurd, bi taybetî jî civakên din ên li Tirkiyeyê dijîn bêparastin dihêle û qurbanî desthilatdariya faşîst dike. Di xala 3. a Destûra Bingehîn a 1921'ê de gotina 'Dewleta Tirkiyeyê ji aliyê TBMM ve tê birêvebirin' heye. Destûra Bingehîn a 1921'ê bêyî înkarkirina nasnameyên din, Destûra Bingehîn û Meclîs ava kiriye. Li Destûra Bingehîn a di dema Erdogan de tê çêkirin, tevî ku gotina 'Li şûna TBMM, dewleta Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve tê birêvebirin' lê nehatibe bicihkirin jî, ev gotin bi cih tê anîn. Mîna ku bêjin, 'Ya tu yê qebûl bike, yan jî biçe'."
'MECLÎS BÊWATE DIBE'
Şirnak bal kişand ser guhertina qanûnî ya ji bo avêtina parlamenterên Kurd ji Meclîsê û got, "Ji bilî erêkirina qirkirina çandî û fîzîkî ya Kurdan, ti fonksiyona meclîsê nema ye. Meclîs ji bo Kurdan tê wateya netewe dewleta homojen a faşîst tekparêz. Bi Erdogan re serdemek ne kêmî Takrîrî Sukûn, Dadgehên Îstîklalê, qanûnên sirgûnê, Qanûna Dersîmê, guhertina navên bajarok û gundên kurdan, karên kontra yên berî û piştî 12'ê Îlonê, heye. Koçberkirin, biryara li hemberî nûnerên gel, zexta li ser çapemeniyê, di binê çavan de windakirina Hûrşît Kulter...
Li Cizîra Botan, Şirnex, Silopiya, Nisêbîn û Sûra te veguherand xirbe, dibe ku bi dozer û kepçeyan tu karibe şopên wehşeta xwe ji cîhanê veşêre. Em bêjin te hemû şopên van sûcên xwe jê bir. Gelo tu yê çawa karibe van şopên li hiş û mejiyê me jê bibe?"
BANGA LI GEL
Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Evîn Şirnak got, "Ji her demê bêhtir Pêwîstî bi yekîtî û hevgirtina gel a li çar parçeyan heye" û axaftina xwe bi vî rengî qedand:
"Li hemberî rûyê hov ê şer ku li hemberî daxwaza xweseriyê ya Kurdan sekinî, hê bersiva me neqediya ye. Divê gelê Kurd li benda kesî nemîne û parastina xwe, aboriya xwe, bajarên xwe ji nû ve ava bike. Li dijî polîtîkayên koçberî û sirgûnkirinê divê biryardariya jiyana li ser xaka xwe xurt be.
Erka pêçandina birînan, di serî de dikeve ser milê jinên Kurd. Mîsyona pêşengiya xweseriya demokratîk û avakirin, ku erka herî giran a demê ye, wê di şexsê jinên Kurd de bi cih bên. Bi kesayetiya xwe ya rêxistinbûyî û berxwedêr, divê em jin bi eşqa hesabpirsîna ji Erdogan, dest bi jiyanê û avakirinê bikin."