Silopiyayî: Em hê li benda çi ne?

Silopiyayî tevî dorpêça dewleta Tirk jî daketin qadan. Piştî meşê Parlamenterê HDP’ê Encu axivî, wiha got: “Gel êdî vê dewletê qebûl nake û nas nake.” Encu li dijî polîtîkayên qetlîamê banga bilindkirina berxwedanê kir.

Silopiyayî tevî dorpêça dewleta Tirk jî daketin qadan. Piştî meşê Parlamenterê HDP’ê Encu axivî, wiha got: “Gel êdî vê dewleta we ya zilimkar  qebûl nake û nas nake.” Encu li dijî polîtîkayên qetlîamê banga bilindkirina berxwedanê kir.

Silopiyayî li dijî terora dewletê ya di roja 19. de didome, careke din herîkîn kolanan û qedexe nas nekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu tevî hemû êrîşan jî got wê gelê Kurd li ber xwe bide.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 19. de didome.Gel jî tevî “qedexeya kolanan” di berxwedanê de bi biryar e. Tevî qedexeyê jî li Taxa Ofîsê bi sedan kes ku di nav de Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Aycan Îrmez, Ferhat Encu û rêveberên DBP-HDP’ê yên navçeyê jî hebûn, meşek girseyî li dar xistin. Gel bi dirûşmeyan li taxê meş li dar xist, bi def, zirne û tenekeyan ve dorpêç protesto kir. 

ENCU: GELÊ KURD PES NEKIR, BI HÊZ BÛ

Parlamenterê HDP’ê Encu di daxuyaniyêk de got gel li dijî konsepta şerê topyekun a dewletê û pêkanînê terorê gel bi îradeyek mezin li ber xwe dide. Encu destnîşan kir ku hêzên dewletê bi tank û wesayîtên zirxî ve êrîşî bajarên Kurdistanê dike û qetlîamên mezin plan dike, wiha domand: “Dewlet ev 40 sal in bi van pêkanînan ve Kurd ji her cure qetlîaman re derbas kiriye. Lê gelê Kurd pes nekiriye û hê bi hêztir bûye. Ev gel ev 40 sal in li ber xwe dide. Êdî Kurd dixwazin li ser axa xwe bi awayekî azad bijî. Ev gel êdî dewleta we ya zilimkar nas nake û qebûl nake.”

Encu li dijî bêdengûna li hember bûyeran bertek nîşan da, her kes dawet kir ku li dijî zaliman dengê xwe bilind bikin. Encu wiha got: “Ev pêkanîn wehşet in. Hûn hê li benda çi ne?”