Gelek leşker û cebilxaneyên leşkerî ji Wanê sewqî navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê hatin kirin.
Pevçûn û sewqiyata cebilxaneyên leşkerî ya li çiyayên navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê berdewam dike. Herî dawî gelek leşker û cebilxaneya leşkerî ji Wanê sewqî herêmê hate kirin. Sewqiyat bin ewlehiyên bejahî û hewayî çûn şandin herêmê.
Di demjimêrên nîvro de karwana leşkerî ku ji bajarokê Rûbarokê diçû qereqola Şapatayê rastî çalakiya gêrîlayên HPG’ê hatibû û hatibû ragihandin ku, 3 leşker hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.