Şewata li Licê gihişt gundên Guçlu û Arikli

Şewata di encama bomberdûmana artêşa Tirk a bi top û hewanan de li Geliyê Fîsê yê Licê destpê kir didome. Ji ber gulebarana ji helîkopteran li derdora gundên Guçlu û Arikli herî kêm 10 hektar qad bû xwelî.

Şewata di encama bomberdûmana artêşa Tirk a bi top û hewanan de li Geliyê Fîsê yê Licê destpê kir didome. Ji ber gulebarana ji helîkopteran li derdora gundên Guçlu û Arikli herî kêm 10 hektar qad û xwelî. Di şewata ku gihişt gundên Guçlu û Arikli xanî jî dişewitin.

Piştî di êrîşa bombeyî ya li Geliyê Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê 8 leşkeran jiyana xwe ji dest da, leşkeran bi top û obusan herêm bomberdûman kirin. Di encama bomberdûmanê de şewata li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê destpê kir di demeke kurt de belav bû. Şewata ji ber ba û gulebarana ji helîkopteran di demeke kurt de belav bû herî kêm 10 hektar qad bû xwelî. Welatî bi derfetên xwe ku hewl didin şewatê vemirînin, makîneyên kar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Licê jî hewl didin bên qadê.