Şervanên QSD’ê êrîşa çeteyan têk birin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrîşeke çeteyan a li ser 3 gundên nêzî bajarokê Eyn Îsa pûç kirin.

Li gorî  agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ’ê saet derdora 08.00’an êrîşî gundên Hebsawî, Qedriye û Enidîbat yên bi 20 km'yan li başûrrojavayê bajarokê Eyîn Îsa ye kirin. Şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşa çeteyan û şerekî dijwar derket. Vî şerî bi qasî saet û nîvekê dewam kir.

Di encamê de êrîşa çeteyan a li ser her sê gundan hat pûçkirin. Şervanan li herêmê dest bi operasyona paqijkirinê kirin.

Her wiha balafirên şer ên koalisyona navneteweyî jî deverên ku çete lê bûn, bombe kirin.