Şervanên Minbicê li navenda bajêr her bi pêş ve diçin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, gelek cihên stratejîk ên taxa Hezawnê ya bajêr kontrol kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, gelek cihên stratejîk ên taxa Hezawnê ya bajêr kontrol kirin.
Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla di roja xwe ya 38. de didome. Şervanên Minbicê gav bi gav bi pêş ve diçin.
Di çarçoveya hemleyê de şervanan, li taxa Hezawnê ku mezintirîn taxa Minbicê ye, ji du aliyan ve operasyona rizgarkirina taxê dabûn destpêkirin. Di şerê dijwar ê 4 roj in li taxê diqewimin de, şervanên Meclîsê ji sedî 60 ê taxê rizgar kirin.
Şervanên Minbicê cihên setratîjîk, ku di nav de bexçeyê taxê jî hene, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Gelek çeteyên DAIŞ'ê di van 4 rojan de hatin kuştin û miqdarek ji cebilxaneyên wan ketin destê şervanên hêza Minbicê.
Şervanên ku niha di taxê de şer dikin diyar kirin ku ew ê kolan bi kolan şer bikin û Minbicê ji çeteyan rizgar bikin. Şervanan anîn ziman ku ew bi moralek e mezin bi pêş ve diçin, lê ji ber ku sivîl di nava bajar de hene, ew di şerên kolanan de bi baldarî tevdigerin.
Di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û navenda bajêr ku Çargoşeya ewlekariyê û Berîd lê ye, tenê 900 metre ma ye.