Şervanên HSD'ê li rojhilat û rojavayê Firatê bi pêş de diçin

Pêngava şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Sûriyeyê hat destpêkirin, dewam dike.

Pêngava şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Sûriyeyê hat destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya pêngavê deli başûrrojhilatê Eyn Îsa operasyon bi awayekî serketî tê meşandin.

Di çarçoveya pêngava ku balafirên koalîsyonê jî destekê didin de, ji rojhilatê Çemê Firatê pêşdeçûna ber bi Bajarokê Eyn Îsa didome.

Şervanên HSD'ê li vê derê hejmareke zêde cebilxane, maşînên leşkerî, 6 mayîn, bêtêl, çeka B-7, hawanên ji 120 mm û 82 mm, wesayîteke bombebarkirî û gelek nasname bi dest xistin.