Şervanên HSD'ê ketin nava bajarokê Teşrînê

Operasyona HSD'ê ya li rojavayê Firatê didome gihaşt nava bajarokê Teşrînê. Tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin û ji tirsa, Minbicê vala dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ji Bendava Teşrînê derbas bûn, ketin nava bajarokê Teşrînê. Hat ragihandin ku li lojmanên li pêşiya bajarok di navbera hêzên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Şervanên HSD'ê, wesayîteke bombebarkirî ya ji aliyê Minbciê dihat, bêyî ku bigihêje armanca xwe, îmha kirin. Hêzên HSD'ê bi awayekî bi kontrol, bi pêş de diçin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên nikarin li hember hêzên HSD'ê bisekinin, sivîlan digirin û ji bo xwe dikin mertalên zindî. Hat ragihandin, ku ji ber vê sedemên HSD bi baldarî û kontrol bi pêş de diçe.

Li aliyê din, çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji pêşdeçûna HSD'ê tirsiyane, ji Minbicê direvin aliyê Babê.

...