BI DÎMEN

Şervanê YPG'ê Seçmen li Parîsê hat bîranîn

Şervanê YPG'e Welat Seçmen (Sîdar Serhat) ê di berxwedana li Kobanê de roja 22'ê Îlona 2014'an jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.

Şervanê YPG'e Welat Seçmen (Sîdar Serhat) ê di berxwedana li Kobanê de roja 22'ê Îlona 2014'an jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê hat lidarxistin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê malbata Sîdar Serhat hunermenda TEV-ÇAND'ê xwişka wî Nûarîn, endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan Xeyrî Karadag û endama Tevgera Jinan a Kurd li Ewropayê Zozan Serhat peyivîn.

Qisekeran anîn ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke ku berdêlan li ser hev didin e û hat gotin, "Hevalê Sîdar jî yek ji van bû. Heta afirandina jiyaneke bi rûmet û azad, em amade ne berdêlan bidin." Piştre bavê Sîdar Serhat bi rêya telefonê beşdarî merasîma bîranînê bû û hestên xwe parve kir. Bav Seçmen anî ziman ku destketiyên li Rojava di şexsê Sîdar de ew deyndarê şehîdên Rojava ne û got, "Bi bicihanîna xewn û xeyalên wan re em ê dilsoziya xwe ya bi wan re nîşan bidin."

Merasîma bîranînê piştî temaşekirina li sînevîzyona li ser Sîdar Serhat û qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.