Şervanê YPG'ê Şarman Yûnis hat veşartin
Şervanê YPG'ê Garzan Til Temir (Şarman Yûnis) ê di 17'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Rustem Cûdî hat veşartin.
Şervanê YPG'ê Garzan Til Temir (Şarman Yûnis) ê di 17'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Rustem Cûdî hat veşartin.
Şervanê YPG'ê Garzan Til Temir (Şarman Yûnis) ê di 17'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Rustem Cûdî hat veşartin.
Bi armanca oxirkirina cenazeyên şervanê YPG’ê Şerman Yûnis (Garzan Til Temir) ku di 17’ê Cotmehê de dema li ser erka xwe bû, jiyana xwe ji dest da, bi sedan welatiyên bajarên Dirbêsiyê û Til Temirê li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê kom bûn. Welatiyan wêneyên têkoşer, alên kurdî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re diqîriyan.
Piştî ku welatiyan cenazeyên têkoşer Şerman wergirtin bi karwaneke wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ketin rê.
Li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û merasîmek leşkerî ji aliyên şervanên YPG’ê û hêzên erka xweparastinê ve hate destpêkirin.
Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Baqî Kûtê, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdilrehman Hisên, li ser navê malbat têkoşer Garzan birayê wî Rehid Yûnis û Fermandarê YPG’ê Rojvan Til Temir axivîn.
Di axaftinan de der barê berxwedana dîrokî ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê dimeşînin de bal hate kişandin û gotin ku hemû destketiyên Rojavayê Kurdistanê bi saya xwîna şehîdan pêk hatine. Her wiha der barê kesayet û têkoşîna têkoşer Garzan de axaftin hatin kirin.
Axaftvanan her wiha der barê rola têkoşeran di parastina axa welat û aramiya welatiyan de axivîn û sersaxî ji malbata têkoşer Garzan û hemû malbatên şehîdan re hate xwestin û soza xwe li ser rêya têkoşeran nû kirin.
Piştî axaftinan belgeya şehadeta têkoşer Garzan hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Endamên malbatê jî soz dan ku wê li ser fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya têkoşeran bidomînin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên têkoşer Garzan li ber tilîliyên dayikan û dirûşmeyan hat veşartin.