Şervanê YPG’ê Mihemed ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Civan Mihemed ê 1’ê Çileya 2016’an di berxwedana herêma Holê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo oxir kirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Civan Mihemed ê 1’ê Çileya 2016’an di berxwedana herêma Holê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo oxir kirin.

Bi armanca oxir kirinê bi sedana welatiyên bajarê Qamişlo , heyetek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, heyetek ji partiyên siyasî û endamên Saziya Malbatên Şehîdan li pêşiya Mala Gel a taxa Enteriyê ya Qamişlo kom bûn.

Girseya gel cenzeyê têkoşer Civan Mihemed ji Mala Gel wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.
Dema girseya gel gihişt Goristana Şehîd Delîl Sarûxan, merasîma oxir kirinê bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir.Piştre Hevserokê Mecîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mihê Dîn Hesen axivîn.

Axaftvanan bal kişandin ser êrîşên bi armanca lewaz kirina îradeya gelê Kurd ji aliyê hêzên tarî ve li ser Rojava tê kirin û diyar kirin ku ev êrîş bi saya têkoşerên ku ji bo rûmet û azdiya gelê Kurd canê xwe feda dikin, nikarin hêza û îsrara gelê Rojava ya azadiyê têk bibin.

Di axaftinan de kiriyarên hikûmeta Tirk ên li ser Bakurê û Rojava hatin şermezar kirin û berxwedana gelê Bakur hat silav kirin.

Axaftvanan destnîşan kirin ku wê gelê Rojava bi hemû derfetên xwe piştgirtiya bi berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê re bidomîne.

Piştre wesîqeya şehetê ya têkoşer Civan Mihemed hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Malbata têkoşer Civan soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê dubere kir.

Cenzeyê têkoşer Civan Mihemed bi tililiyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo spartin axê.