Sêrt wê sibê bi dengekî bilind bêjin: Ji Ocalan re azadî!

Sêrtî wê daxwaza azadiya Ocalan bikin. Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Mût diyar kir ku dewamkirina tecrîdê wê pirsgirêkê kûrttir bike. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Çetîn jî xwest bi Ocalan re muzakere bê meşandin.

Sêrtî wê daxwaza azadiya Ocalan bikin. Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Mût diyar kir ku dewamkirina tecrîdê wê pirsgirêkê kûrttir bike. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Çetîn jî xwest bi Ocalan re muzakere bê meşandin.

Endam û rêveberên rêxistinên HDP, DBP KJA û TUHAD-DER'ê yên Sêrtê, ji bo balê bikşînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan bixwazin, wê sibê dakevin kolanan û çalakiyan pêk bînin. Endam û nûnerên partî û saziyan wê sibê saet di 12.00'an de li ber avahiya HDP'ê ya Sêrtê kom bibin û bixwazin Ocalan azad bibe. Hevseroka 

DBP'ê ya Sêrtê Kiymet Mût, têkildarî çalakiya ku sibê li Sêrtê pêk bînin daxuyanî da û bang li her kesî kir ku sibê beşdarî çalakiyê bibin. Mût, anî ziman ku her roj mirov tên qetilkirin, kolan tên qedexekirin û şerê li ser kurdan mezin dibe. Mût da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 17 salin di bin tecrîdê de ye azad bibe. 

Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetin jî anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan şermezar bikin û nerazîbûnên xwe bînin ziman wê sibê çalakiyê pêk bînin û xwest demek berî demekê bi Ocalan re dest bi muzakereyan bikin.