Serokê Parlamentoyê, Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz kir

Serokê Parlamentoyê Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed serdana nûnertiya rêveberiya Rojava kir û Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz kir.

Îro saet 11:30’ê şandeyek a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku parlamenterên YNK’ê Salar Mehmûd û Geşe Dara Hefîd, ji Tevgera Goran Behar Mehmûd û Şêrko Heme Emîn, ji Tevgera Yekîtiya Îslamî Xerîb Mistefa Heme Xan, ji Komeleya Îslamî Soran Omer di serokatiya Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed li bajarê Silêmaniyê serdana nûnertiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê kir. Şande ji aliyê nûnerê rêveberiya Rojava yê li Silêmaniyê Şêrzad Êzidî ve hat pêşwazîkirin.
 
Di serdanê de serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku li ser navê şandê axivî, sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got; “Em sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê li gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê, xelkê azadî xwaz û tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Her bi heman boneyê cejna Newrozê ya gelê me yê Rojava jî pîroz dikin.”
 
Piştî serdanê, Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed daxuyaniyek da çapemeniyê, wiha got; “Îro bi armanca pîrozbahiya sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, me serdana nûnertiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê kir. Ev nûnertiye di dehatoyê de wê bibe nûnertiya herêma Federal Demokratîk a Rojavayê Kurdistan-Bakurê Sûriyeyê.”
 
Yusif Mihemed dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Mixabin eger îro ev astengiyên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de nebane, me dixwest serdana Rojavayê Kurdistanê bikin û ji nêz ve pîrozbahiya gelê xwe bikin û li wir bi hev re me yê cejna Newrozê pîroz bikira. Ez ji bo îradeya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê serkeftinên mezintir dixwazim.”
 
Yusif Mihemed di dewama axaftina xwe de bal kişande ser biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê ya der barê Rojavayê Kurdistanê û wiha dewam kir; “Me li Parlamentoyê pêşketina îradeya gelê xwe dît. Her ji kantonan ber bi pêngavên mezintir ve. Ji bo wê jî di wê demê de li parlamentoyê biryar hat dayîn ku her cure biryara îradeya gelê me bide bê naskirin. Em hêvî dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parlamentoyê hemfikir xebat û hewldanên cidî bike.”
 
Her wiha Yusif Mihemed got; “Mixabin li gel ragihandina sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê jî Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başurê Kurdistanê de hat girtin. Ev jî hewldan û karek pir xerab e. Divê Başûrê Kurdistanê bi temamî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bike.”
 
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîst e ew xwîna gerîla, şervan û peşmerge yên li eniyên pêş in, pêşengiya avakirina yekîtiya neteweya me bikin.”
 
Li ser navê nûnertiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê jî Şêrzad Êzidî axivî, spasiya Serokê Parlamentoyê Dr. Yusif Mihemed û şandeya pê re kir û wiha got; “Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê li gelê me yê Başûrê Kurdistanê, hikûmet, Parlamentoya Herêma Kurdistanê pîroz be. Çawa Rojavayê Kurdistanê piştgiriye ji bo Başûrê Kurdistanê dike, divê bi heman şêweyî Başûrê Kurdistanê jî piştgiriyê bide Rojavayê Kurdistanê.”
 
Şêrzad Êzidî di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Em hêvîdar in ku kongreya neteweyî ya Kurdistanê di demek herî zû de bê lidarxistin.”