Serokê BDP'ya Şahînbeyê hat binçavkirin

Serokê BDP'ya Şahînbeyê hat binçavkirin

Li navçeya Şahînbeya Dîlokê Serokê BDP'a navçeyê Şukru Toraman hat binçavkirin.

Serokê BDP'a Şahînbeya Dîlokê Şukru Toraman vê şeveqê di encama serdegirtina mala wî de hat binçavkirin. Polîsên ku bi ser mala Toraman de girtin pêşî li mala wî lêgerîn pêk anîn û piştre jî ew xistin binçavan. Toramanê ku sedemê binçavkirina wî nehat hînbûn piştî kontrola tenduristiyê birin midûriyeta polîsan ya Dîlokê.