Sergoyê li taxa Karadag a Qersê xetere ye û gefê dixwe
Çopa bi dehan salan li taxa Karadagê hat rijandin, êdî veguheriye xeteriyeke mezin. Şêniyên taxê dixwazin ev pirsgirêk derhal bê çareserkirin.
Çopa bi dehan salan li taxa Karadagê hat rijandin, êdî veguheriye xeteriyeke mezin. Şêniyên taxê dixwazin ev pirsgirêk derhal bê çareserkirin.
Li taxa Karadag a ser bi navenda Qersê, ji ber ku bi salan e çop lê tê rijandin gelek pirsgirêkên tenduristî û hawirdorê der bûne.
Rêveberiyên herêmî yên li Qersê, karê dabeşkirina avêtiyên hişk, berhevkirin û beralîkirina wan, bi salan e ji nedîtî ve hatine û bi xemsarî tevgeriyan e.
Sergoyê Karadagê li kêleka malan hatiye danîn. Herêmek li qiraxa vî sergoyî weke çêrgehê tê bikaranîn. Ji ber ku heywanên li vê derê naylonan dixwin, piştî demekê nexweş dikevin û dimirin. Li aliyekî din ê vî sergoyê rê li ber gelek nexweşiyan vedike, hala mezin a zebzeyan e.
Li vê herêma çop lê tê rijandin, ji bo tenduristiya mirovan û heywanan, nebat û çavkaniyên avê ti tedbîr nehatine giritn û hema yekser çop hatiye rijandin. Ev yek veguheriye xeteriyeke mezin.
Ev sergoyê mezin û termê bi dehan heywanan ên li ser vê rêyê, gefa gelek nexweşiyan dixwin.
Pêkan e gaza metan a li vî sergoyî berhev bûye, biteqe. Li vî sergoyî bi her awayî madeyên rê li ber kanserê vedikin hene. Ev sergo her wiha ji bo çûkên li ser golan, mêş û heywanên li nava kolanan bûye cihê xwedîkirinê.
Hamza Kayar da xuyakirin, ku bi salan e ew neçar in bi pirsgirêkên ji ber vî sergoyî bijîn û bal kişand ser xemsariya şaredariyan a li pêşberî vê pirsgirêkê: "Kîjan şaredarî hat, ev pirsgirêk çareser nekir. Ji bêhna genî em havînê nikarin pacê mala xwe vekin. Dema em heywanên xwe li herêma nêzî vê derê diçêrînin, ji ber ku kîsikên naylon dixwin, nexweş dikevin û dimirin. Berê jî gotin wê vê pirsgirêkê çareser bikin, lê çareser nekirin. Taxa herî nêzî navenda bajêr ev der e. Ez fêm nakim bê çawa nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin."
Hatîce Oz diyar dike, ava ji ber sergo diherike tevlî ava binê erdê dibe û tîne ziman, ku li ser vî sergoyî car carna teqîn rû didin: "Gelek caran şewat lê derket. Em ditirsin ku wê rojekê teqîneke mezin çêbibe. Em êdî ditirsin avê vexwin."
Serokê ÎHD Şaxê Qersê Ahmet Adiguzel li ser mijarê ji me re axivî û anî ziman, sergoyê Karadagê pirsgirêkek ku bandorê li tevahiya Qersê dike. Adiguzel da zanîn, wan bi pisporên tenduristiyê û endezyarên hawirdorê re raporek amade kirine. Adiguzel ragihand, mirov neçar tên hiştin bi çopê re bijîn û got, "Me hemû daneyên li ser mijarê dan hev û em ê weke raporekê ji raya giştî re eşkere bikin. Gel jî serî li komeleya me da. Me ev jî xistin rojeva xwe û karê xwe yê li ser qedand. Me bi saziyên pêwendîdar re hevdîtin kir. Pirsgirêka sergo ya 10 salan li pêş me ye. Pêwîstiya lezgîn bi tesîseke dikare çopê ji nav hev derxîne. Ji bo rijandina çopê jî divê cihekî yê li derveyî bajêr bê tespîtkirin. Her wiha ji bo rijandina çopê pêwîstî bi wesayîtên mezin ên çopê heye, ku ev wesayît çopa li nava bajêr bibe devereke din a li derveyî bajêr."