Şerê li herêma Bînbîr bi dijwarî dewam dike

Di navbera artêşa Tirk a ku piştî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê lez da operasyonên xwe û hêzên gerîla de, li herêma Bînbîr a Geverê şerekî dijwar diqewime.

Di navbera artêşa Tirk a ku piştî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê lez da operasyonên xwe û hêzên gerîla de, li herêma Bînbîr a Geverê şerekî dijwar diqewime.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, balafirên keşfê yên artêşa Tirk ji duh danê nîvro û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber digerin.

ŞER GIHAŞT ŞEMZÎNANÊ

Li herêma Bînbîr a Geverê, şerê dijwar ê di 4'ê Cotmehê de destpê kir, dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şer bi giranî li girê Şehîd Rojbîn diqewime. Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên HPG'ê ve hatin piştrastkirin, şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de gihaştiye herêma Şemzînanê.

JI 27'Ê ÎLONÊ Û VIR VE ZÊDEYÎ 100 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk li herêma Bînbîrê di 27'ê Îlonê de operasyon dabû destpêkirin. Li gorî daxuyaniyên HPG'ê yên hefteya dawî, li vê herêmê, yek jê yarbay zêdeyî 100 leşker mirine.

TEVGERA HEWAYÎ DEWAM DIKE

Di vê navberê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî dewam dike. Balafirên keşfê yên artêşa Tirk ji duh danê nîvro û vir ve li ser herêmên Zap, Metîna û Garê bênavber digerin.