Şerê li Efrînê dewam dike

Li derdora Kantona Efrînê şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çeteyên El Nûsra-Ehrar El Şam de, dewam dike.

Li derdora Kantona Efrînê şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çeteyên El Nûsra-Ehrar El Şam de, dewam dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li derdora gundê Şewarxe yê ser bi bajarokê Ezazê yê li rojhilatê gundê Meryemîn ê Efrînê û gundê Bênê yê navçeya Şêrawa, duh bi şev di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çeteyên El Nûsra-Ehrar El Şam ên ji AKP/Erdogan destekê werdigirin, şer derket.

Hat ragihandin ku şerê li herêmê hînê dewam dike, lê li ser encamên wê heta niha agahiyek zelal nehat bidestxistin.