Dayîkên Aştiyê yên ku şevê din hatin herêma pevçûnan Şemzînanê piştî şev li wir derbaz kirin serê sibehê çûn gundê Navrezan yê ku herî zedê pevçûn tên jiyan kirin.
Endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aşitiyê yên ku ji Amed, Sêrt, Silopî, Wan û Colemêrgê hatin Şemzînanê şev li gundê pevçûn berdewam dike Nehrî ye man. Jinên ku şev bi gundiyan re sohbet kirin, derbarê herêmê agahî girtin û xwestin gundî gundê xwe terk nekin. Dayîkên Aşitiyê serê sibehê bi wesayitan çûn mezraya Navrezan ya ku herî zedê pevçûn tên jiyandin.