Şêniyên Roboskî: Em berxwedana xwerêveberiyê silav dikin
Li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Şirnex Qilabanê, komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike hatin şermezarkirin.
Li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Şirnex Qilabanê, komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike hatin şermezarkirin.
Bi şiyara "Gelê Botanê berxwedana xwerêveberiyê silav dike" li ber avahiya Roboskî-Derê destpê kir.
Girseya gel ku di nav de rêveberên HDP û DBP'ê yên Şirnex û Qilabanê jî di nav de hebû, ber bi Şehîdgeha Roboskî ve meşiya.
'DEWLETA KUJER JI KURDISTANÊ BICEHIME'
Di meşê de dirûşma "Dewleta kujer ji Kurdistanê bicehime" hat qîrîn. Hevserokê HDP'ê yê Qilabanê Mesût Paksoy û Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Aytûg piştî meşê axivîn. Di axaftinan de komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyan jî hat silavkirin.
Bêrîtan Encu xwişka Hamza Encu yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da, li ser navê malbatên Roboskî daxuyaniya heftane xwend.