BI DÎMEN

Şêniyên Kerkûkê cejna gerîlayan pîroz kirin

Şêniyên Kerkûkê çûn serdana gerîlayên li vê eniyê li ber xwe didin û cejna wan pîroz kirin.

Endamên Tevgera Azadî, Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê û Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), bi wesîleya cejnê çûn serdana gerîlayên HPG û YJA Starê yên li eniya Kerkûkê bi erka parastinê radibin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, gelê hat serdana wan pêşwazî kirin. Ji Fermandarên Eniya Kerkûkê yê HPG'ê Cemal Andok li vir peyivî û weke gerîlayên li eniya parastina Kerkûkê ne, cejnê pîroz dikin.

Andok got, "Em hêvîdar in wê cejnên tên pîrozkirin bibin wesîle ji azadiya Kurdistanê re. Erk û mîsyona me pêkanîna azadiya Kurdistanê û jiyana azad a hemû gelan bi hev re ye. Lewma em soz didin ku cejnên dema pêş wê bi rengekî azad werin pîrozkirin." Andok cejn li gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û heyeta hatiye serdana wan pîroz kir.

Hevserokê Tevgera Azadî Şaxê Kerkûkê Newzad Bekir jî cejna tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Bekir diyar kir, cejn nîşaneya yekîtî û hevgirtinê ye û got, "Ez vê cejnê di serî de li malbatên şehîdan, li hemû hêzên HPG, YJA Star, YPG, YPJ û YPS'ê pîroz dikim. Xuya ye ev hêz ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin. Van hêzan ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, zemîna jiyana bi hev re ya gelan a bi felsefeya Rêber Apo afirandine. "

Heyeta ku gerîla ziyaret kir, piştre ji bo pîrozkirina cejna hêzên pêşmergeyan, berê xwe da çeperên pêşmergeyan.

...