'Şehîdên meha Cotmehê' li Bremenê hatin bîranîn

Gerîlayên HPG'ê yên li hemberî Navenda Polîsan a Fatîhê ya li navçeya Stenbol Sûltanbeyliyê çalakiya fedaî pêk anîn û gerîlayê HPG'ê yê li herêma Kûrûdere ya Elezîzê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Bremenê hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG'ê yên li hemberî Navenda Polîsan a Fatîhê ya li navçeya Stenbol Sûltanbeyliyê çalakiya fedaî pêk anîn û gerîlayê HPG'ê yê li herêma Kûrûdere ya Elezîzê di şer de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Bremenê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Komîteya Bremenê ya Malbatên Şehîd û Windahiyan ve hat organîzekirin. Di şexsê endamên Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan Erdal Nûda (Erdal Yildiz), Harûn Raman (Bûrak Bogakan) û Botan Canfeda (Denîz Ûçkûn) ên di 10'ê Tebaxê de li hemberî Navenda Polîsan a Fatîhê ya li navçeya Stenbol Sûltanbeyliyê çalakiya fedaî pêk anîn û gerîlayê HPG'ê Mûrat Barûndûk (Têkoşer Mîrzan) ê li herêma Kûrûdere ya li ser rêya bejahî ya Çewlik-Elezîzê de di şer de jiyana xwe ji dest da, hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê yên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Di merasîma li Komeleya Biratî ya li Bremenê de bi sedan kes amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, kunyeyên cangoriyên jiyaan xwe ji dest dan, hatin xwendin.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş û xizmên gerîlayên HPG'ê Mûrat Bûrûndûk (Têkoşer Mîrzan) û Bûrak Bogakan (Harûn Yaman) li vir axivîn.

Di axaftinan de, tevî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd bal hat kişandin serê qirêj ê gav bi gav dijwar dibe. Qisekeran gotin, "Ji bo yên dibêjin, 'gelo em li salên 90'î vedigerin?' em dibêjin; dewleta AKP'ê qat bi qat salên 90'î derbas kiriye, bi dehan zarokên me, jin û extiayrên me qetil kiriye." Hat ragihandin ku pêvajoya heyî rewşa awarte ye û aslên 90'î derbas kiriye.

Piştî axaftinan peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê hat xwendin. Dûre ji meleyên Seîd Kurdî Eşref, bi beşdaran re ji bo cangoriyan dua xwend.

...