Mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Belçîka Brukselê hatin bîranîn.
ANF
BRUKSEL
yekşem, 18 kewçêrê 2015, 07:49
Mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Belçîka Brukselê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ya ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Brukselê ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên aştiyê destpê kir.
Hevserokê KONGRA-GEL Remî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û rojnamevan Ziya Ûlûsal li merasîmê axivîn.
Kartal da xuyakirin, ku ji ber AKP'ê nikarî serketina HDP'ê û derbasbûna ji benda hilbijartinê qebûl bike, li Kurdistan û Tirkiyeyê serî li komkujiyan dide. Kartal bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Kartal got, "Divê firsend ji wan re neyê dayîn. Eger em dixwazin bibin layiqî şehîdên aştiyê, divê em wezîfeya xwe bi cih bînin."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî ji malbatên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest.
Rojnamevan Ziya Ûlûsoy anî ziman ku komkujî li cihê hemû çand, reng û ziman lê civiyan, pêk hatiye.
Li ser navê malbatên şehîdan Sûltan Ograş, ji Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan Rabîa Dalkiliç jî li vir peyivîn.