Şer û pevçûna li herêma gundê Nehrî, Navrezan û Rûbinûs yên navçeya Şemzînana Colemêrgê ket roja 10'an. Saziyên sivîl ên civakî ku xwestin biçin herêmê lêkolîn bikin bi hinceta "ewlehiyê" ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Heyeta saziyên sivîl ku bi gundiyên navenda Şemzinanê re hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku dê di rojên pêş de raporê amade bikin.
10 rojin Li Colemêrgê û navçeyên wê nêzî hefteyekê ye operasyonên leşkerî berdewam dikin. Gund tên bombekirin û sewal tên kuştin. Li aliyê din jî gêrîlayên HPG'ê li hemberî operasyonan li dijî leşker û helîkopteran di nava şer û pevçûnê dene. Li gundê Nehrî, mezrayên Navrezan û Rûbinûsê yên Şemzînanê piştî operasyon zêde bûn leşkeran ketober herêm, zozan û gundan didin ber bombeyan. Li aliyekî din gêrîlayên HPG’ê gelek cih xistine bin kontrola xwe û li ser rêyan lêgerînê pêk tîne, li aliyê din operasyonên leşkerî ji 23'ê tîrmehê didomin. Ji ber şer û pevçûnê gelek welatî ji gundê xwe derketin. Welatiyên gundê Begerdê, Mûşe, Beytera, Gelaşk, Nirkula Serî, Nîrkula Nuvekê, vala kir û nikarin li gundê xwe vegerin.
Ji ber van pêkaninan saziyên sivîl yên civakî ku ji nûnerên MAZLUMDER, Goç-Der û Înîsiyatifa Azadî pêk tê heyetek ava kir û çûn herêmê lekolîn kirin. Heyetê xwest biçin gundê Nehrîyê û li ser pira Rûbarokê rastî astengiyên leşkeran hatin. Leşkeran bi hinceta "ewlehiyê" destûr nedan ku heyet biçe gundê Nehriyê. Ji ber ku leşkeran destûr neda heyet biçe herêmê li ser navê heyetê Serokê Baroya Colemêrgê Kutbettin Beyazit, li nokteya leşkeran daxuyani da çapemeniyê. Beyazit, anî ziman ku wan ji welatiyên herêmê û Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore agahî wergirtine.
'EWLEHIYA GUNDIYAN TUNE'
Beyazit anî ziman ku, wan bi welatiyên gundan re hevdîtin pêk anîne û welatiyan diyar kirine ku jiber barandina top û guleyan ewlehiya wan tune û wiha got: "Welatiyan anîn ziman ku ji ber şer û pevçûnê û barandina topan gundê xwe vala kirine. Welatiyan, da zanîn ku şer û pevçûn li ber gundan pêk tên. Welatiyan, diyar kirin ku heta niha tu kuştin û birîndar ên sivîl pêk nehatine, lê ewlehiya welatiyan tune. Piştî me lêkolîn bi dawî kir em dê raporek berfirehtir amade bikin.
‘PEVÇÛN LI HERÊMÊ XUYA DIBIN'
Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê ya Colemêrgê Cengîz Şen jî anî ziman ku, wan bi gundiyên ku koçî Şemzînanê kirine re hevdîtin pêk anîne. Şen, anî ziman ku di şer û pevçûnên pêk hatine de heta niha tu agahiyên windayan di destê wan te tune. Li herêmê operasyon didomin. Li herêmê gundî mexdûr dibin. Piştî me lêkolîn bi dawî kir em dê raporê amade bikin.
Endamê Koordînasyona Înîsiyatifa Azadî Adem Ozcaner jî anî ziman ku rewşa welatiyên ku ji gundê xwe koç kirine û li Şemzînanê bicih bûne pir xerab e û xwest saziyên eleqeder bi hestiyarî tev bigerin.