Sariyildiz: Li Cizîrê pevçûn nîne, komkujî heye

Sariyildiz da xuyakirin ku polîsên tevgera taybet ên ji êvarê ve êrîşên xwe zêde kirin, sivîl hedef girtine. Sariyildiz diyar kir ku sivîlekî jiyana xwe ji dest daye, lê ew bi fikarin ev hejmar zêde bibe.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, bi dirêjkirina dema qedexeya derketina derve re fikara komkujiyê zêde bû. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku polîsên tevgera taybet ên ji êvarê ve êrîşên xwe zêde kirin, sivîl hedef girtine. Sariyildiz diyar kir ku sivîlekî jiyana xwe ji dest daye, lê ew bi fikarin ev hejmar zêde bibe. Saryildiz da xuyakirin ku nûçeyên qenalên Tirk ên bi şêweyê 'pevçûna aliyan' ne rast in û got, "Li Cizîrê pevçûn nîne, komkujî heye. Êrîşeke yekalî ya hêzên dewletê li hemberî gelê sivîl heye."

'NAHÊLIN BIRÎNDARAN RAKIN NEXWEŞXANEYÊ'

Li Cizîrê, li dijî dorpêçiya tîmên taybet û leşkeran gel diherike kolanan. Li ser girên stratejîk ên bajêr segvan hatine bicihkirin û mirovên sivîl hedef digirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz anî ziman ku bi îlankirina qedexeya derketina derve re hemû xetên elektrîk û telefonê qut bûne, bi sedan wesayîtên zirxî bajar dorpêç kirine û gule li her tiştî hatine reşandin. Sariyildiz da zanîn ku ji ber van êrîşan sivîlekî jiyana xwe ji dest daye, zêdeyî sê kes birîndar in, hêzên dewletê nahêlin gelek birîndar biçin nexweşxaneyê û beşek ji birîndaran jî ji ber xeteriya binçavkirinê bi xwe naçin nexweşxaneyê. Sariyildiz da xuyakirin ku ev rewş bi xwe nîşan dide bê ew bi zîhniyeteke çawa re rû bi rû ne û anî ziman ku di şer de jî hiqûqek, ehlaqek heye. Sariyildiz destnîşan kir ku astengkirina ambûlansan sûcê li dijî mirovahiyê ye.

'YÊN DI ŞER DE ISRAR DIKE WÊ DI NAVA XWÎNA DIHERIKÎNÊ DE BIFETISIN'

Sariyildiz ragihandin ku li Cizîrê bi dirêjkirina dema qedexeya derketina derve re êrîşên hêzên dewletê zêde bûne û got, "Xuyaye hikûmetê ferman daye tîmên taybet." Sariyildiz bang li AKP'ê kir ku tavilê dest ji van polîtîkayan berde û destnîşan kir ku rewşa heyî wê bi kêrî kesî neyê. Sariyildiz got, "Navê vê komkujî û polîtîkaya xwînê ye. Yên ev şer afirandin û di vî şerî de israr dikin, zû yan jî dereng wê di nava vê xwîna diherikînin de bifetisin." Sariyildiz diyar kir ku ev êrîş di heman demê de neçariya desthilatdariya heyî jî radixe pêş çavan û da zanîn ku ti hêz wê nikaribe bi vê rêbazê re gelê Kurd bitepisîne."

'QENALÊN TIRK RASTIYÊ BEREVAJÎ DIKIN'

Sariyildiz nerazîbûn nîşanî nûçeyên qenalên Tirk ên li ser mijarê da û anî ziman ku qenalên Tirk rastiyê berevajî dikin, bi awayekî yekalî û ji devê dewletê nûçeyan amade dikin. Sariyildiz diyar kir ku yekane hêza niha li herêmê armiyê xera dike dewlet e û got, "Li Cizîrê pevçûn nîne, komkujî heye. Berevajî nûçeyên tên weşandin pevçûn nîne. Rewşeke aloz heye ku bi êrîşa polîs û tîmên taybet a li hemberî gel re destpê kiriye. Pêwîste medya derhal dest ji van nûçeyên manîpulatîf û şer sor dike, berde." Sariyildiz da xuyakirin ku hemû mirovên heta niha birîndar bûne sivîl in, yek jê zarokekî sê salî, mirovên xwe mal û malbat in. Sariyildiz ragihand ku her çend tê îdîakirin ku YDG-H çekê bi kar tîne jî, hejmara hêza çekdar a tîmên taybet ên bi wesayîtên zirxî li herêmê hatine bicihkrin, bi du qatan zêdetir e û destnîşan kir ku di van şert û mercan de nabe ku behsa pevçûnekê were kirin. Sariyildiz diyar kir ku tîmên taybet bi armanca kuştinê ketine taxan, gel jî li hemberî vê li ber xwe dide.

DIBE KU HEJMARA MIRIYAN ZÊDE BIBE

Sariyildiz da zanîn ku heta niha sivîlekî jiyana xwe ji dest daye, lê belê behsa çar kesan tê kirin û ji ber ku têkiliya di navbera mirovan de hatiye qutkirin wan nekarîne vê agahiyê piştrast bikin. Sariyildiz da xuyakirin ku bi dirêjkirina dema qedexeya derketina derve re fikar hene ev hejmar zêde bibe û bibîr xist ku 6 parlamenterên HDP'ê yên ji bo lêkolînkirinê pêr çûn navçeyê, 15-20 kîlometre nêzî navçeyê ji aliyê jendermeyan ve hatin sekinandin û piştî rawestandina bi saetan ji wir ve neçar hatin hiştin bi peya xwe bigihînin navçeyê.

BI HINCETA EWLEKARIYÊ RE PLANA TALOQKIRINA HILBIJARTINÊ

Sariyildiz diyar kir ku ewlekarî û mercên hilbijartinê bi zanebûn ji aliyê AKP'ê ve tê sabotekirin û destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya AKP'ê ya dît wê careke din nikaribe bibe desthilatdar, bi kûrkirina rêbaza kaosê re, bi hinceta ewlekariyê plan dike ku hilbijartinê taloq bike. Sariyildiz da xuyakirin ku welat ber bi kaoseke mezin ve tê dehfdan û ragihand ku ji bo sekinandina vî şerê qirêj ê qesrê, nerazîbûna raya giştî kêm e. Sariyildiz got, "Kaos çiqasî bê kûrkirin ev welat wê ti carî aram nebe, aramiya her kesî wê xera bibe, dilê her kesî wê bişewite. Ji ber vê yekê her mirovên li vî welatî dijîn pêwîste li hemberî şer nerazîbûna xwe zelalî nîşan bidin."