Sariyildiz: Divê êrîşeke li hember gel di hişê xwe re derbas nekin

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê têkildarî tiştên li Cizîrê rû didin ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku gel li hember qedexeya derketina derve nerazîbûn nîşan da û li kolanan e.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê têkildarî tiştên li Cizîrê rû didin ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku gel li hember qedexeya derketina derve nerazîbûn nîşan da û li kolanan e. Sariyildiz, anî ziman ku tiştên li Cizîrê rû didin provaya komkujiyekê ye û got: “Eger li hember gel êrîşek pêk bê wê hemû bajar û navçeyên din nerazîbûn nîşan bidin.”

Sariyildiz  diyar kir ku li hember îlana qedexeya derketina derve li hemû taxên Cizîrê gel derketiye kolanan û li ser vê yekê şebekeyên telefonan ên li navçeyê hatine birîn.

Sariyildiz, anî ziman ku tiştên li Cizîrê rû didin provaya komkujiyekê ye û got: “Eger li hember gel êrîşek pêk bê wê hemû bajar û navçeyên din nerazîbûn nîşan bidin.”

Sariyildiz got ku sewqiyata hêzên tevgera taybet a bi rojan mimkun e provokasyoneke muxtemel bîne rojevê û got: “Divê êrîşeke li hember gel di hişê xwe re derbas nekin.”

Sariyildiz her wiha anî ziman ku HDP’ê ji Amedê ber bi Cizîrê ve heyetek şandiye.