Salvegera damezrandina PKK'ê li Montpellîer û Dresdenê hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Fransa Montpellîer û li bajarê Elmanya Dresdenê hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Fransa Montpellîer û li bajarê Elmanya Dresdenê hat pîrozkirin.

MONTPELLÎER

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Fransa Montpellîerê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de rojnamevan û nûnerên rêxistinên çep ên Fransayê jî amade bûn.

Endamê Partiya Komunîst a Fransayê di axaftina xwe ya li şevê de têkoşîna tevgera Kurd a li dijî DAIŞ'ê silav kir û destnîşan kir, ku dîtina tevgereke bi vî rengî ji aliyê Ewropayê ve weke 'rêxistineke terorîst' bi ti awayî nayê qebûlkirin. Nûnerê Partiya Komunîst destnîşan kir ku ew ê her tim destekê bidin têkoşîna mafdar a gelê Kurd.

Di şevê de sînevîzyonek li ser dîroka PKK'ê hat nîşandan. Her wiha sînevîzyonek bîranînê ya li ser Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat nîşandan. Di şevê de Koma Awazên Raperîn, Denîz Deman û Erol Berxwedan derketin ser dikê.

Şeva ku dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" lê hat qîrîn, bi gerandina govendê bi dawî bû.

DRESDEN

Li bajarê Elmanya Dresdenê, salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Beşdaran tim û tim dirûşmên "PKK hêviya gelan e", "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Di pîrozbahiya ku sînevîzyon jî lê hat nîşandan de, stranên li xwe YPG'ê hatin gotin. Her wiha koroya zarokan jî derket ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kir.

...