2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Bazîdê li Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û Alîgirê Şaredar Mehmet Babayîgît bi hinceta tevlî meş û xwepêşandana bûne salek û 1 û 6 meh cezayê girtîgehê birî.
2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Bazîdê li Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û Alîgirê Şaredar Mehmet Babayîgît bi hinceta tevlî meş û xwepêşandana bûne salek û 1 û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Korkmaz û Babayîgît di 24'ê Nîsana 2011'an de tevlî meşa Konê Çareseriya Demokratîk bûye. Ji ber vê yekê derbarê wan de doz hate vekirin û rûniştina dozê li 2'emîm Dadgeha Asliye Ceza hate dîtin.
Heyeta dadgehê derbarê Korkmaz û Babayîgît de bi îdîaya "Li dijî zagona meş û xwepêşandanan ya hêjmar 20911'an derketine ceza birî. Heyetê ji bo Korkmaz û Babayigit salek û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Mehmet Babayîgît di 6'ê Kanûna 2011'an de di operasyona bi navê KCK'ê li Bazîdê pêk hat hatibû girtin û niha li Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê ye.