Wezareta Karên Derve ya Rûsya da xuyakirin ku tevlîbûna PYD’ê ya hevdîtinên ku 25’ê Çileyê bi tevlîbûna mûxalîfên Sûriyeyê wê li Cenevreyê bê lidarxistin, ji bo nûnetiya pêkhateyên tevahî civaka Sûriyeyê girîng e.
Di daxuyaniya ji aliyê Wezaretê de hat diyarkirin ku di 13-14’ê Çileyê Cîgirê Wezîrê Karên Derve Gennady Gatîlov bi Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm û Serokê Platforma Sûriyeya Demokratîk Samîr Aîta re hevdîtin pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê nûnertiya berjewendiyên tevahî beşên civaka Sûriyeyê di hevdîtinên Cenevre de bê kirin.