Rûreşiya PDK'ê: Kampa Dûmiz!

Kampa Dûmizê, ku PDK'ê di çarçoveya polîtîkaya xwe ya koçberkirinê de ava kir, di nava belgeyên Wezareta Karên Derve ya DYA de cih girt.

Demeke kurt beriya pêkhatina Şoreşa Rojava, PDK'ê bang li partiyên Rojavayî kir û bi wan re li Hewlêrê civînek pêk anî, ku navê 'konferansê' li vê civînê kir. Di roja dawî ya vê civînê de, bi rengekî formalîte PYD hat vexwendin. Polîtîkaya xwe ya di dema şoreşê de nîqaş kiribûn. Ji xwe re plan amade kiribûn, ku dema nikarîbûn şoreşê bixin bin kontrola xwe, van bixin meriyetê. Demeke kurt piştî pêkhatina şoreşê, li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê belgeyek bi dest ket. Ev belge, di dema ku Serokwezîrê beriya niha Wezîrê Karên Derve bû de hatibû nivîsandin. Di vê belgeyê de polîtîkaya li dijî Şoreşa Rojava; plan û rêbazên qirêj ên bi cih werin anîn, cih digirtin.

Yek ji xalên di vê belgeya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê de cih girt, propaganda reşkirina hêzên Şoreşa Rojava bû. Ji bo vê jî dihat gotin; divê organên çapemenî weşanê baş bixebitin. Her wiha dihat destnîşankirin, ku divê PDK bi rengekî xurt çapemenî weşanê bixe dewrê. Yek ji xalên girîng ên di belgeyê de cih girtin, teşwîq û pêşîvekirina li koçberiya gel a ji roajva bû. Dihat gotin; divê berê koçberan bidin Tirkiye û Hewlêrê. bi vî rengî wê gelê welatparêz ku hêza bingehîn a Şoreşa Rojava ye, bihata koçberkirin. Li şûna vî gelê welatparêz, wê hin kesên alîgirê wan bihata bicihkirin û demografiya herêmê bihata guhertin.

Û dest bi bicihanîna van xalan kirin. Rûdaw li ser Turksatê dest bi weşanê kir. Ji roja destpêkê heta niha, ji xeta xwe ya weşanê tawîz neda û bi rengekî bi rêk û pêk li dijî Şoreşê û li dijî Tevgera Azadiyê ay Kurd weşan kir.

LI KAMPA DÛMIZÊ ÇI QEWIMÎN?

Taktîka koçberkirinê jî, ku yek ji xalên vê belgeyê bû, bi xurtî hat bikaranîn. Ji ber vê yekê, ji payîza 2012'an û pê ve ji aliyekî ve Tirkiye û rejîma Baas a Sûriyeyê, li aliyê din jî Nûsra û komên din ên çete dor li Rojava girtin û plana ambargoyê xistin meriyetê. Di vê rewşê de bi tenê cihek ma bû ku Rojava jê hilmê bistîne. Ew jî Başûrê Kurdistanê bû. PDK jî ji aliyê xwe ve tevlî vê plana dorpêçkirin û ambargoyê bû. Ji xwe plan, planekî hevpar bû. Lê belê wê çaxê hê gelek kesan nizanîbû planekî hevpar e. Hin kesan digotin, ew ne bawer in PDK di nava planeke bi vî rengî de cih bigire. Ev plan ji her alî ve ket meriyetê. Lewma gelên Rojava, zivistanên xwe bê nan, bê agir, bê xwarin, bê bav û bê elektrîk derbas kirin. Di nava van şert û mercên giran ên ambargo û dorpêçiyê de bi tenê deriyek li Rojava vekirî bû. Ew jî deriyê derketinê bû. Piştî ku şoreşê destpê kir, PDK'ê di encama hesabên xwe yên dûr û dirêj de, di bin navê xwendin û kar de gelek kes derbasî Başûr kir û li vê derê ji bo wan kampek ava kir. Ev kampa li navbera Zaxo û Duhokê hat avakirin, kampa Dûmizê bû. Kampa Dûmizê kampek li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayiyan hate avakirin bû. Piştî Barzaniyan hebûna vê kampê ragihandin, hewl dan bi Rêveberiya Rojava re bazarî bikin û îdîa kirin ku 3-4 hezar pêşmergeyên wan hene ku navê 'Pêşmergeyên Rojava' li wan kirine. Dûre jî bi gotina 'YPG nahêle ev pêşmerge ji bo parastina Rojava derbasî Rojava bibe' dest bi propaganda reşkirinê kirin.

Der barê van kesên ji wan re 'pêşmerge' dibêjin de, li Dêrikê jinek ji wê kampê vegeriya bû, tiştên balkêş digot. Jinek li gundê Endîwar ê Dêrikê li tenûra li ber mala xwe nan lêdixist. Zarokên wê jî xwe dabûn ber dîwêr, ber tavê. Dayikê ji aliyekî ve nan lêdixist. Ji min re hatibû gotin ku ev malbat yek ji malbatên ji Kampa Dûmizê vegeriyan e, lewma ez çûm serdana wan. Min ji jinê pirsî, çima ji Dûmizê vegeriya ye. Vê dayikê ji aliyekî ve nanê xwe li tenûrê dixist, li aliyê din jî bi tiliya zarokên li ber dîwêr rûniştî nîşan da û got, 'Ez wan rojê li ber tavê, şevê jî di nava nivînan û betaniyê de germ dikim. Bi vî nanê tisî xwedî dkim. Lê belê ez ê careke din qet ber bi cihekî welê ve neçim."

"Bi şev wesayîtên luks li nava kampê digere. Diyar dibe yên ji wan wesayîtan peya dibin berpirsyarên PDK'ê ne. Berê xwe didin konên keç û jinên bedew lê ne. Ji hevser, birayên van jin û keçan re dibêjin 'hûn pêşmerge ne'. Û berî ew bên kampê, hevser û birayên van jinan dişînin deverên din ji bo nobedê. Piştre bi gotina 'me ji bo hin keçên li vê kampê kar peyda kirine' destûr dan bi rojê ji kampê derkevin. Em piştre pê hesiyan ku ev keç xistine rêya nebaş."

Berî du mehan mînakek bi heman rengî derket pêşiya min. Li maleke ku ez çûmê, di himbêza yekî de zarokek, du keçên ciwan jî bi fediyokî û dil bi tirs xwe li goşekê girtibûn. Dema min pirsî, çima bi vî rengî disekinin, dayika wan got, "Keçên min in. Berî du mehan ji Başûr hatin. Ji roja hatine û vir, halê wan ev e. Halbûkî keçên gelekî rehet bûn." Ji bo wan bidim axaftin min jê prisî ku li ku dera Başûr mane? Gotin: "Em çûn cem kekê xwe yê li Kampa Dûmizê. Du mehan me bi zorê îdare krin. Ji ber ku li wê derê tiştên gelekî nebaş dibû. Jin, keç ji holê winda dikirin, piştî bi rojan danîn. Digotin weke mêvan çûne malên rêveberên pêşmergeyan, piştî çend rojan wê vegerin. Ji van gotinan dihat fêmkirin, bê rewşa wan keçan çi ye. Dema me dît rewş ewqasî nebaş e, me ji kekê xwe re got, em nikarin bimînin. Û me xwestin vegerin mala xwe, em vegeriyan."

KAMP DI BELGEYÊN DYA DE YE!

Kampa Dûmizê, ku PDK'ê di çarçoveya polîtîkaya xwe ya koçberkirinê de ava kir, di nava belgeyên Wezareta Karên Derve ya DYA de cih girt. Lê belê bi rengê 'Kampeke penaberan e, divê alîkarî jê re bê kirin, bê naskirin' derbas nabe. Di van belgeyan de ji bo vê kampê bi vî rengî tê gotin, "Rayedarên polîsan ên Başûrê Kurdistanê, jin û keçên penaber ên li Kampa Dûmizê dixin nava fûhûşê, wan difiroşin". Li Kampa Dûmizê, PDK'ê bi rûmeta Rojavayiyên ku ji bo parastina Rojava rojane bi dehan zarokên xwe feda dike, lîst. Ev yek rûreşiya PDK'ê ye. Kampa Dûmizê şerma PDK'ê ye. Hê Rojavayî bi vê rûreşiyê nehesiyan e. Eger pê bihese, wê keviran li hemû PDK'yiyan bibarînin.

Bersiva Rojavayiyan a li hemberî PDK'ê, ji ber vê rûreşiyê wê gelekî dijwar be. Ji ber ku rûmet û namûsa wan hedef hatiye girtin.

Kampa Dûmizê ku di belgeyên Wezareta Karên Derve ya DYA de weke cihê fûhûşê bi jinan dide kirin derbas dibe, rûyê rast ê PDK'ê ye, ku bi çi rengî nêzî Rojava dibe.