Ruhê Mazlum Dogan qedexe nasnekir û Newroz pîroz kir

Bi hezaran li navçeyên Xerpêt, Pîran, Çinar û Erxeniyê yên Amedê û li navçeya Misircê ya Sêrtê li gel astengî û qedexeyên rayedarên dewletê disa daketin qadan û Newroz pîroz kirin.

Bi hezaran li navçeyên  Xerpêt, pîran, Çinar û Erxeniyê yên Amedê  û li navçeya Misircê ya Sêrtê li gel astengî û qedexeyên rayedarên dewletê disa daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Girsê di pîrozbahiyê de diyar kirin ku wê têkoşîna Kawayan tu carî têk neçe û Agirê Newrozê wê her geş bibe. Girsa Depê bi efsayena ruhê Mazlum Dogan a 3 çixatan Newroz pîroz kir. 

PÎRAN 

Li navçeya Pîranê ya Amedê bi boneya beşdarî Newroza Dîrokî ya Amedê bibin banga tevlêbûnê hat kirin. Wekîla HDP'ê Nursel Aydogan, endam û rêveberên HDP û DBP'ê welatî û esnaf ziyaret kir û banga tevlêbûna Newroza Amedê kir. Wekîl û rêveberan bang li her kesî kir ku bi tevlêbûnek xurt beşdarî Newroza 21'ê Adarê ya Amedê bibin. 

XERPÊT 

Gelê navçeya Depê ya Xerpêtê jî qedexeyên dewletê nas nekir û Agirê Newrozê geş kir. Gel, li gel rayedarên dewletê pîrozbahiya Newrozê qedexe kir jî dîsa bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, endam û rêveberên DBP, HDP'ê amade bûn. Pîrozbahi li qada DEP'ê hat kirin. Agirê Newrozê bi 3 darikên çixatê ji aliyê jinan ve hat pêxistin û efsaneya Newrozê ya Kawayê Hemdem Mazlum Dogan ji nûve hat zindîkirin. Piştî agir hat pêxistin kevokên aştiyê hatin firatin. 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, anî ziman ku di dîroke de wan tu carî li hemberî zilmê serî daneniye û wê tu carî li hemberi zilmê serî danînin. 
Kişanak, anî ziman ku Mazlum Dogan bi bidena xwe Newroz ji nûve bi wate u zindî kir û wiha got: "Kesên li Zindana Amedê hovîtî pêk anîn, ji ber şermê nikarin derkevin derve. Lê yên êş kişandin serbilind in. Me berxwedan ji Şêx Seîd, Seyit Riza Mazlum Dogan fêr kir. Paşeroja me ya berxwedanê heye. Em dixwazin li ser ava xwe azad bijîn." 

Îdrîs Balûken jî diyar kir ku gelê kurd di dîroke de her dem di ber xwe daye û wiha got: "Ji bo agirê Newrozê yê gelê kurd vemirinîn zextan zêde dikin. Lê agirê berxwedanê ye. Mîrateya Kawayê Hesinkar wê tu carî venemire." 

Şahî piştî axaftinan bi govendê bi dawî bû. 

ÇINAR

Gelê Çinarê jî li gel qedexeyên dewletê Newroz pîroz kir. Wekîl û hevserokên HDP û DBPê şaredar jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Gel di pîrozbahiyê de "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Sure", "Bijî berxwedana Bağlarê" berz kirin. Li qada pirozbahiyê axaftin hatin kirin û piştî axaftinan girsê bi govend û stranan belav bûn. 

ERXENΠ

Li taxa Îstasyonê ya Erxeniyê jî li gel qedexeyên rayedarên dewletê bi seran welati kom bûn û Newroz pîroz kirin. Wekîlên HDP'ê yên Amedê, Hevserokên DBP û HDP'ê yên navçeyê jî di navde bi sedan kes kom bûn û Newroz pîroz kirin.

MISÎRC
 Li navçeya Misircê ya Sêrtê, li gel biryara qedexeya qeymeqamiyê jî dîsa gel daket qadan û Newroz pîroz kir. Gel li kolana Hunerê ya Misircê kom bûn û pankartên "Newroz Pirozbe, "Em wê bi berxwedanê bi ser bikevin" daliqandin. 

Di pîrozbahiyê de Hevserokê HDP'ê yê navçeya Misircê Abdulgafur Kubilay, diyar kir ku gel li ruxmê qedexeyan dîsa daket qadan û Newrozê pîroz dike. Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca jî anî ziman ku hezar salin Newroz li ser axa Mezopotamyayê tê pîrozkirin û niha AKP dixwaze vê çand û berxwedanê qedexe bike. Konca, anî ziman ku gelê kurd heta niha qedexe nas nekiriye û wê bi ruhê Mazlum, Egit, Zekiye û Rahşanan pîrozbahiyên xwe berdewam bike. 

Konca, anî ziman ku AKP ji ber bêçaretiyê Newrozê li gel qedexe dike û wiha got: "Tu dewlet û îxtîdar nikare têkoşîna gelê kurd bişkîne. Em destûr nadin Faşizmê. Em îro li dijî Dehaqan bi hezaran Kawa nin. 

Konca herî dawî ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê ku di 21'ê Adarê de pêk bê bang li her kesî kir ku beşdar bibin.