Rojnamevanê têkîldarî qetlîamên DAIŞ’ê belgesel çêdikir hat qetilkirin
Rojnamevanê Sûriyeyî Najî El Jerf ê ku têkîldarî qetlîamên çeteyên DAIŞ’ê belgefilm çêdikir, li Dîlokê li nava kolanê hat qetilkirin.

Rojnamevanê Sûriyeyî Najî El Jerf ê ku ji ber aloziya hundir ji welat reviya û li Dîlokê bicihbû, her wiha kovara Alhîta ya li Sûriyeyê diweşand li vir jî berdewam kir, dîsa têkîldarî qetlîamên çeteyên DAIŞ’ê belgefilm çêdikir, li Bûlvara Alî Fûat Cebesoy a li Dîlokê li nava kolanê ji aliyê kesên ku nasnameyên wan ne zelal ve bi guleyên li serî xistin ve hat qetilkirin.
Bi banga kesên derdora ve Jerf ê ku bi giranî birîndarbûyî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya 25 Aralik.
Rojnamevanê Sûriyeyî tevî mudaxeleyên doktoran jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Jerf ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî.
Polîsan qeydên mobeseyên derdor û îfadeyên şahidan girt.